Çapemeniya Îranê kuştina Azîm Darbîan piştrast kir

Fermandarê Hêzên Ewlehiyê yê Herêma Delfanê Azîm Darbîan di êrişek Îsraîlê de hate kuştin. Îsraîlê duh kuştina Darbîan ragihandibû lê Îranê daxuyanî nedabû.

1 deqe xwendin
Çapemeniya Îranê kuştina Azîm Darbîan piştrast kir

Şerê DYA, Îsraîl û Îranê di rojan 11an de bi bombebaranek giran berdewam dike. Di encama şerde hejmara fermandarên Îranê yên di êrişên Îsraîl û DYAyê de jiyana xwe ji dest didin, zêde dibin. Piştî ragihandina Fermandarê Mihafizên Şoreşê yê Îranê Alî Abdollahî Alîabadî, çapemeniya Îranê ragihand ku di êrişên hewayî de Fermandarê Hêzên Ewlehiyê yê Herêma Delfanê Azîm Darbîan jiyana xwe ji dest daye. Di nûçeyê de hate ragihandin ku Azîm Darbîan di êrişek li herêma Noorabadê de jiyana xwe ji dest daye.

Îsraîlê ragihandibû

Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF) duh ragihandibû ku Darbîan kuştine lê Îranê daxuyaniyek fermî nedabû. Bi kuştina Alîabadî û Darbîan hejmara rayedarên siyasî û leşkerî yên Îranê ku ji hêla Îsraîlê û DYAyê ve hatine kuştin derket 49an. Tê angaştin ku hejmara zêdetir e lê Îran bi navber aşkera dike.