Çarçoveya Hemahengî li benda namzetê hevar ê YNK û PDKê ye
Çarçoveya Hemahengî hişyarî da YNK û PDK ku ger ew li ser namzetekî hevpar ji bo serokatiyê li hev nekin, wê ferman bidin parlamenteran ku dengê xwe bidin namzetekî din.

Duh bi şev Çarçoveya Hemahengî têkildarî hilbijartina serokkomariya Iraqê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku duh bi şev li Ofîsa Serokê Tevgera Hikme Emar Hekîm civînek hatiye lidarxistin û daxwaz ji YNK û PDKê hate kirin ku li ser postê serokkomariyê lihev bikin.
Her wiha hate destnîşankirin ku divê her du partî giringiyê bidin pêşniyarên ku şandeya Çarçoveya Hemahengiyê di serdana xwe ya dawî ya Herêma Kurdistanê de pêşkêş kirine ku di lihevkirin û bi dawîanîna krîzê de rolek bilîzin.


