Cenazeyê Fehîm Tosun du 40 saet in li erdê ye
Cenazeyê Fehîm Tosun ku li gundê Elbêsê yê navçeya Elbakê hate kuştin, 40 saet in li cihê bûyerê tê sekinandin. Malbatê bertek nîşanî vê da.

Cenazeyê Fehîm Tosun ku li gundê Elbêsê yê navçeya Elbaka Wanê duh bi guleyek ji serê xwe xwarî û kuştin hatibû dîtin, 40 saet in li cihê bûyerê tê sekinandin. Leşker nahêlin gundî nêzîkî cihê ku cenaze lê ye bibin. Tê îdîakirin ku kepçeya ku duh êvarê ji bo xebata paqijkirina rê hatibû herêmê xera bûye û dê ji navenda Wanê kepçeyek nû were xwestin. Duh, gundiyên ku bi hespan çûn herêmê xwestin cenaze wergirin, lê leşkeran got ku heta dozger neyê ew ê destûrê nedin. Piştre gundî ji herêmê hatin derxistin û cenaze li wir hate hiştin.
‘Dewlet 40 seate nikare cenazeyê hilde’
Welatiyekî li sînor derbarê mijarê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û ev agahî dan: “Nêzîkî 40 saet in cenazeyek li wir e. Dewlet nikare 40 saetan cenazeyekî wergire. Em duh çûn cihê bûyerê, lê destûr nedan ku em bînin. Me çi kir jî nehiştin em biçin. Saet 6ê êvarê, kemce hat, çend saetan xebitî, paşê dîsa çû. Niha ji me re dibêjin ku kemce xera bûye. Çima dewlet destûrê nade gundiyan ku biçin? Ew bi awayekî keyfî tevdigerin. Destûr nayê dayîn ku mirov derkevin ji ber ku qaşo qadeke mayînan e, lê di havînê de pez li herêmê diçêrin. Niha em rastî muameleya keyfî tên. Kesek hatiye kuştin û 40 saet in li wir tê hiştin. Ma ev mirovahî ye? Malbat û gundî pir xemgîn in. Heta ku dozger neyê, destûr nadin ku kes biçe wir û cenaze wergire. Bila bihêlin em bi xwe cenazeyê xwe bînin. Her wiha ji me re hat gotin ku ji ber sedemên ewlehiyê ew nikarin helîkopterê bişînin. Niha her kes li bendê ye.” Duh şahidên ku ji MA’yê re axivîn, ragihandibûn ku ji herêmê dengê çekan hatiye û piştî demekê leşkeran ji malbatê re ragihandiye û Fehîm Tosûn miriye.


