Cenazeyê Salîh Muslim bi girseyî tê oxirkirin

Siyasetmedar û Endamê Desteya Hevserokatiya PYDê Salih Muslim li Kobaniyê merasîmeke heybet tê oxirkirin. Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlum Ebdî di merasîmê de axivî û balkişand ser jiyan û têkoşîna Salih Muslim.

1 deqe xwendin
Cenazeyê Salîh Muslim bi girseyî tê oxirkirin

Ji bo pêşengê Rojavayê Kurdistanê û siyasetmedarê navdar Salih Muslim li Kobaniyê merasîma cenaze tê li darxistin. Bi deh hezaran kesî darbesta Bavê Welat ji morgê girtin û ber bi pakrewangehê ve test bi meşê kir. Girseya ber bi Pakrewangeha Şehîd Dîcle ve dest bi meşê kir, bênavber sloganên, “Şehîd namirin”, “Bavê Welat nemir e” û “Bavê Şervan nemir e” berz dikin. Meşa girseya darbesta kesk û sor û zer xemilandî hildigire ber bi Pakrewangehê ve didome.

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Tulay Hatîmogullari, siyasetmedar Leyla Zana, Hevserokên DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar, Keskîn Bayindir, Hevberdevkê Înîsiyatifa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz û Mehmet Kamaç, aktîvîsta TJAyê Sabahat Tuncel û gelek siyasetmedarên din beşdarî  merasima cenaze bûn. Dîsa Hevserokên PYDê, Fermandarê HSDê, TEV-DEM û nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî di navde bi hezaran kes beşdarî merasimê bûn. 

Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlum Ebdî ji malbatê re sersaxî xwest û anî ziman ku Bavê Welat kesayetek mînak a gelê Kurd bûye û wiha got: “Bavê Welat di tevahî pêvajoyên têkoşînê de cih girt. Hemû dijwariyê têkoşînê jiyan. Ji destpêkê heta niha di nav tevgera siyasî ya Kurd de cih girt. Ji salên 1980yan heta niha li dijî rejîmê dest bi têkoşînê kir. Dema pêwist kir, di nav xebatên civakî, siyasî û rêxistinî de cih girt. Girtin, bedel û zehmetî da ber çavan û têkoşiya.” 

‘Emê têkoşîna wî mezin bikin’ 

Mazlum Ebdî di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser kesayeta pir alî ya Salîh Muslim û wiha axivî: “Xebatên yekîtiyê, xebatên dîplomasiyê meşandin. Doza me ji herkesi baştir temsîl kir. Bû endamê PYDê. Di asta siyaseta Sûriyê de xebat kir. Pêşengî siyaseta me bû. Bû şehîdê doza gelê Kurd. Tişta em bikin em sozê didin ku têkoşînê wî mezin bikin.” 

 ‘Berî Newrozê girtî divê bên berdan’

Li ser gavên ku divê Şam niha bavêje jî Mazlum Ebdî wiha got: “Hêj mijarên cenazeyên şehîdan û girtiyan hene. Divê berî Newrozê ev gav bên avêtin. Koçberên Efrîn û Serêkaniyê divê vegerin. A herî girîng di çarçoveya rêkeftinê de divê taybetiyên herêmên Kurdî bên dîtin. Di aliyê leşkeri, îdarî û ewlehiyê de tayetiyên bajarên Kurdan bên naskirin. Ev tiştên Hikûmeta Şamê pêk bînin e.”

‘Em ê herêma xwe bi rêve bibin’

Mazlum Ebdî derbarê Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de nirxandin kirin û wiha pêde çû: “Di 19ê Tîrmeha 2012an de li vir Şoreşa Rojava dest pê kir. 14 sal derbas bûn. Me têkoşînek mezin da û axa xwe parast. Ji niha pêve jî em ê xwe biparêzin. Merheleya nû li ser vê têkoşînê dest pê dike. Dibe rojên pêşiya me de navên saziyên me yên heyîn di çarçoveya resmiyeta Dewleta Sûriyê de ji nûve bên sererast kirin. Dibe em navên din bikarbînin. Lê saziyên me dê wekî xwe bimînin. Li herêma Kurdan dê Kurd xwe bi rêve bibin.”

‘Divê Rojava bibe mînak’

Mazlum Ebdî da zanîn ku pêwist e di pêngava nû de xebat û têkoşîn mezintir bibe û wiha bi dawî kir: “Divê em xwe amade bikin. Tişta niha em dixwazin, di hizûra şehîdan de, em bi hev re merheleya nû bimeşînin. Berî wê jî çewa fedakarî û lehengiyek mezin pêk hat, divê îro em xurtir bi hev re bimeşin. De dema hemleyek nû ye. Têkoşîn berdewam dike. Em dê armancên şehîdan pêk bînin. Ji bo parastina herêmên xwe me gelek şehîd dan, em hêvî dikin ku em carek din şehîdan nedin. Ji bo vê têkoşînek siyasî ya xurt lazim e. Lê êdî divê têkoşîna têkoşînek siyasi, îdarî û aborî be. Divê bi her awayî herêma me ji bo Sûriyê re bibe mînak.”