Cenazeyê Tosun 3 roj in nayê rakirin
Li gundê Elbês ê navçeya Elbakê li ser sînorê Îranê, cenazeyê Fehîm Tosun ê ku hatibû kuştin 3 roj in li cihê bûyerê tê rawestandin.

Li gundê Elbês ê navçeya Elbak a Wanê li ser sînorê Îranê, beriya 3 rojan welatiyê bi navê Fehîm Tosun hat kuştin. Cenazeyê Tosun ev 3 roj in hêj li cihê bûyerê tê rawestandin. Ev 3 roj in çûyîna dozger û pisporê bombeyê ji bo cihê bûyerê tê çaverêkirin. Gundî û welatî li benda rakirina cenazeyê Tosun in.
Gundiyan anîn ziman ku duh li gel pisporê bombeyê bi hespan ve çûne herêmê lê ji ber bayê zêde berf ketiye ser cenaze û pisporê bombeyê nekarî bixebite û bi şûn ve vegeriyane.


