Çete bi dronan êrişî girtîgeha Eqtanê ya DAIŞê dikin

Çeteyên girêdayê HTŞê û dewleta tirk bi dronan êrişî girtîgeha Eqtanê ya Reqayê dikin, heta niha 5 caran êriş çêbûne.

1 deqe xwendin
Çete bi dronan êrişî girtîgeha Eqtanê ya DAIŞê dikin

Li gor nûçeya ANHAyê çavkaniyên leşkerî diyar kirine ku çeteyên HTŞê û dewleta tirk bi dronan êrişî girtîgeha Eqtanê ya bajarê Reqayê ya ku tê de çeteyên DAIŞê hene dikin.

Çavkaniyan da zanîn ku heta niha çeteyan 5 caran bi dronan êriş kirine. Bi vê yekê hewl didin bikevin girtîgehê û çeteyan derxin. Di encama van êrişên berdewam de şervanek birîndar bû.