Çeteyan biryara agirbestê binpê kirin

Çeteyên giredayî HTŞê agirbesta di navbera HSDê û HTŞê de hatibû ragihandin binpêkirin û êrişî gundên Şêxler, Çelebî û Zêrikê yên Kobanê kirin. Hezên HSDê, YPG û YPJê bersiva êrişan dide.

1 deqe xwendin
Çeteyan biryara agirbestê binpê kirin

Di navbera Hezên Sûriyya Demokratîk (HSD) û hikûmeta demkî ya Şamê de duh agirbesta ji bo 15 rojan hatibû ragihandin. Lê çeteyên HTŞê, DAIŞê, SMOyê ku Tirkiyeyê piştgiriya wan dike, agirbesta hatibû ragihandin binpê kirin û êrişî gundên Kobanê kirin. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku li gundên Şêxler, Çelebî û Zêrikê yên Kobanê çeteyan êriş kirine û hezên HSDê û Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) bersiva êrişan didin.

Tekildarî êrişan HSDê jî daxuyanî da û êrîşan piştrast kir. HSDê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hêzên hikûmeta demkî agirbestê binpê dikin.