Çeteyan malbateke Kurd qetil kir

Çeteyên HTŞ, SMO û DAIŞê li Reqayê malbateke kurd a 5 kesî ya ji gundê Kork ê gundewarê Kobanê qetil kir.

1 deqe xwendin
Çeteyan malbateke Kurd qetil kir

Çeteyên HTŞ, SMO û DAIŞê yên hikûmeta demkî malbateke kurd a ji 5 kesan pêk tê ya ji gundê Kork ê gundewarê bakurê rojhilatê Kobanê, dema hewl dida ji bajarê Reqayê derkeve, qetil kir.

 Dema malbatê hewl da ji hovîtiya çeteyan ji bajarê Reqayê bireve, çeteyan ew înfaz kirin. Li gorî çavkaniyan cenazeyên malbatê li ser rêyan bûn. Navên ferdên malbatê wiha ne; bav-Mihemed Îsmaîl El Salih, dayik-Sara Şahîn Salih, Yûsif Mihemed Salih, Leyla Mihemed Salih û zarok-Evîn Mihemed Salih.