Çeteyên HTŞê agirbest binpê kir û zarokek kuştin
Çeteyên HTŞ, DAIŞ û SMO yên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan, li ruxmê agirbestê dîsa êrîş kirin. Çeteyan agirbest îhlal kirin û gundê Qasimiyê yê Kobanê topbaran kir. Di encamê de zarokê jiyana xwe ji det da û 3 zarok jî jî birîndar bûn.

Li gel agirbestê jî êrişên çeteyên HTŞê, DAIŞê, SMOyê ku Tirkiye piştgiriyê dide wan li ser gundên Kobanê berdewam dike. Li gorî nûçeya ANHAyê; çeteyan li gundê Qasimiyê yê dikeve rojavayê Kobanê malek topbaran kir. Di encama êrişa bi obîsan hate kirin de ji malbatekê zarokek keç jiyana xwe ji dest da û 3 zarok jî birîndar bûn. Birîndaran rakirin nexweşxaneya bajarê Kobanê.
Li gorî agahiyên ku ji nexweşxaneyê hatine wergirtin, navê zaroka hatiye kuştin Sabrîn Ehmed Elawî ye û 8 salî ye.
Navên birîndaran jî wiha ne: Cûdî Ehmed Elawî (14), Mihemed Ehmed Elawî (10) û Ehmed Îbrahîm Elawî (5)


