Çetîn Arkaş : Divê Serok Apo were vê qadê
Siyasetmedarê kurd Çetîn Arkaş anî ziman ew di emrê xwe de cara yekem e ku dibe şahidê Newrozek wiha girseyî û got: “. Divê şert û mercên Rêber Apo yên ragihandinê bên avakirin. Heke ev şert pêk werin dê Serok Apo were vê qadê bi xwe biaxive.”

Siyasetmedarê kurd Çetîn Arkaş ku demek li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mabû, derket ser dika Newroza Amedê û xîtabî sed hezaran kes kir.
Çetîn Arkaş diyar kir ku li ser navê hemû hefs û zindanan gel silav dike û Newroza wan pîroz dike û wiha axivî: “Newroza azadiyê ya Rêber Apo pîroz be. Ez di temenê xwe de cara ewil e newrozeke wisa girseyî de me. Ji ber wê gelek bi kelecan im. Newroza ku herî qelebalix beriya 35 salan li eywana Abdî Îpekçî ya Stenbolê pîroz kiribû. Em deh hezar kes bûn. Me bi hevalan re keyfxweşiya xwe parve kiribû. Gelek ji wan hevalan niha di nava me de nîn in. Em her çiqas qelebalix bibin jî ewqas kêm in. Em kêmasiya wan hîs dikin. Aliyekî me keyfxweşî ye ku em bi we re ne, aliyekî me jî xemgîn e ku kesên em dixwazin bi me re bin ne li vir in.
Bila Serok Apo were vê qadê
Ew zarokên dayikên me yên bi qiymet bûn. Niha wan hîs bikin. Soza me hemûyan ji wan re heye. Di vê têkoşînê de gelek dayikan zarokên xwe winda kirin. Em bi bedelên mezin heta van rojan hatin. Gelek dayîkên me yên biqiymet me di demên nêz de winda kir. Dayikek me di demek nêzîk de koç kir. Gotina wê wiha bû, ‘ teqez serbikevin’. Em di kesayeta wê dayîkê de soz didin hemû dayîkan em ê serbikevin, teqez serbikevin. Gelê me yê em di nava pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de pêvajoyê pêşwazî dikin. Sed sala dawî ya înkarê çi bi kê da qezenckirin divê ev înkar êdî ji holê bê rakirin. Gelekî dê êdî çiqas jinedîtî ve were. Gel dê di vê Newrozê de têkoşîna azadiyê bidestbixin. Ev qad diqîre ku divê kurd êdî azad bibin. Werin em di vê Newrozê de hevdîtina gelan jî lê zêde bikin. Rojava, Rojhilat, Başûr û Bakur divê bi entegrasyona demokratîk bigihe yekîtiya neteweyî. Em dizanin aştî wêrekî divê, lê heke firsend derketibin holê divê bên nirxandin. Em banga xwe ya ji bo aştiyê gavê biavêjin ji vir careke din dubare dikin. Esareta Îmraliyê êdî nikare were domandin. Divê şert û mercên Rêber Apo yên ragihandinê bên avakirin. Heke ev şert pêk werin dê Serok Apo were vê qadê bi xwe biaxive.
Rêber Apo û hevrêyên wî tu car ji jiyana birûmet tavîz nedan. Hatin kuştin, di girtîgehan de rizîn hatin sirgunkirin lê tu car bi paş ve gav neavêtin. Soza ku me daye dayikên me û şehîdên xwe heta ku ev têkoşîn bi azadiyê tacîdar bibe wê bidome. Ev firsend gelek nêzî me ye. Rojên ku serokatiya me û hevalên me azad bibin wê bibin rojên rast ên cejnê. Ez cejna we ya Remezanê û Newrozê pîroz dikim. Em ê bi serbikevin.”
Piştî Çetîn Arkaş, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan derker ser dike û axivî.


