Cezayê hepsa malê dan dayika pitika sê mehî
Sevgî Talay ku li navçeya Wêranşar di 21ê çile de hatibû binçavkirin û pitika wê ya 3 mehî 2 roj li benda dayika xwe bû, bi şertê hepsa malê hate berdan.

Sevgî Talay 21ê çileyê li navçeya Wêranşar a Rihayê di çalakiya piştgiriya ji bo Rojava de bi 8 kesan re hat binçavkirin. Sevgî Talay a ku 2 roj in li Midûriyeta Polîsan a Rihayê di binçavan de bû û pitika wê ya 3 mehî li bendê bû, hate berdan. Sevgî Talay bi şertê hepsa malê hat berdan.
Li aliyê din derbarê 8 kesên din ku di binçavan de ne agahî nehatin bidestxistin.


