Lêkolînera Misrî Ferînaz Etiya: Em bi YPJê serbilindin
Lêkolînera Misrî Dr. Ferînaz Etiya diyar kir ku YPJ li tevahî Rojhilata Navîn ji bo parastina ewlehî û aramiyê rolekî girîng lîstiye û ew bi YPJê serbilind in.

Kampanya “Em hemû YPJ ne” ku 26ê Nîsanê ji aliyê Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a li Rojavayê Kurdistanê ji bo piştgiriya bi Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) hate destpêkirin, li seranserê Kurdistanê û cîhanê rastî eleqedarî û piştgiriyeke xurt tê. Di vê çarçoveyê de lêkolînera ji Misrê Dr. Ferînaz Etiya bi peyamekê piştgiriya xwe ji YPJê re nîşan da.
Dr. Ferînaz Etiya di peyamê de diyar kir ku ew li hemberî ekîneyên Parastina Jinên Kurd bi evîn, teqdîr û rêzgirtinê nêzîk dibin û got: “Yekîneyên Parastina Jinên Kurd ku ne tenê li deverên Kurdan, li seranserê Rojhilata Navîn di parastina ewlehî û aramiyê de kevirê bingehîn pêk anîn û xwedî roleke mezin in. Dema ku DAIŞê gef li welatên herêmê xwar, Yekîneyên Jinan roleke pêşeng di parastina van welatan de lîst, nemaze yên ku ji sûcên komên terorîst ên DAIŞê êş kişandin. Bi vî awayî wan di demekê de ku hin welat nekarîn bi van komên terorîst û sûcên wan re rû bi rû bimînin, ezmûnek bêhempa û cihêreng pêşkêş kir. Li şûna ku vê ezmûna cihêreng lêkolîn bikin, kesên ku beşdarî wê bûne binirxînin û hewl bidin ku wê dubare bikin û ji şiyanên şer ên van şervanên jin ên ku beşdarî parastina welatên xwe bûne sûd werbigirin, hin kes hewl didin ku vê ezmûna cihêreng bi dawî bikin, wê binax bikin, têkoşîna wê bidizin, înkar bikin û sembolên wê xerab bikin.”
Ferînaz Etiya da zanîn ku ew bi serbilindî û rûmet vê ezmûna şer a jinan pîroz dikin û got: “Di hemû astan û li hemû eniyan de pê serbilind in. Em hêvî dikin ku ji hêla her kesî ve ev ezmûn bibe mînak."

