CHP: Em paketê amade dikin, divê sererastkirinên qanûnî bên kirin

Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan ku di Şandeya Îmraliyê de cih digirtin, bi Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP)...

1 deqe xwendin
CHP: Em paketê amade dikin, divê sererastkirinên qanûnî bên kirin

Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan ku di Şandeya Îmraliyê de cih digirtin, bi Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Ozgur Ozel re hevdîtin kirin. Hevdîtin, li Navenda Giştî ya CHPê hat lidarxistin. Şandeya DEM Partiyê ji hêla Sekretera Giştî ya CHPê Selîn Sayek Boke, Cîgirê Serokê Giştî Gokçe Gokçen, Cîgirê Serokê Giştî yê ji Rêxistinkirinê Berpirsyar Ensar Aytekîn ve hate pêşwazîkirin.

DEM Partiyî, piştre jî derketin qada Ozel lê rûdine. Ozel, DEM Partiyî li pêşiya eywana civînan pêşwazî kir. Piştî silavdayinê jî civîn dest pê kir. Piştî civînê, daxuyaniya hevpar hat dayin.

Tulay Hatîmogûllari di daxuyaniyê de got: “Me îro hevdîtinên gelek baş kirin. Me hem geşedanên li Tirkiyeyê hem jî komkujiyên li dijî Elewiyan ên li Sûriyeyê nirxandin. Me, têkildarî banga birêz Abdullah Ocalan de agahdar kirin û çendek rêzehevdîtin dan destpêkirin. Dê hevdîtinên me bidomin.”

Tulay Hatîmogûllari, anî ziman ku piştî banga Abdullah Ocalan dest bi hevdîtinan kirine û wiha domand: “Ji 1ê Cotmehê heta niha wekî birêz Bahçelî jî di civîna koma xwe de gotibû; têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd û çekberdana PKKê pêvajoyên diyalogê hebûn. Di van pêvajoyên diyalogê de rûpeleke nû vebû. Ev rûpel, bi banga Îmraliyê vebû. Bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk re rûpeleke nû vebû. Mijara esasî ya bangê ew e ku pirsgirêka Kurd ji çarçoveya pevçûn û tundiyê were derxistin û li ser zemîneke qanûnî, siyasî û demokratîk were çareserkirin. Muxatabê vê bangê li rexekî rêxistina birêz Ocalan e, li rexekî hemû dînamîkên siyasî û civakî yên li Tirkiyeyê, li rexekî îktîdar û muxalefet jî di nav de hemû partiyên siyasî û di heman demê de dewlet bi xwe ye. Bi taybet jî ji bo ev pêvajo derbasî zemîneke qanûnî û hiqûqî bibe, bêguman girîng e ku hinek şert û merc bên avakirin. Em bi birêz Ozel û şandeya pê re li ser van mijaran şêwirîn. Dixwazim destnîşan bikim bê ka di vê pêvajoyê de rola parlamentoyê ji bo aştiya civakî