CHPî li dijî biryara dadgehê daketin kolanan

Piştî biryara “butlana teqez” a derbarê Komcivîna Asayî ya 38emîn a CHPê de, gel li gelek bajaran li ber avahiyên bajar û navçeyan ên CHPê kom bûn û biryar şermezar kirin.

1 deqe xwendin
CHPî li dijî biryara dadgehê daketin kolanan

Piştî biryara “bûtlana teqez” a ku derbarê Komcivîna Asayî ya 38emîn a CHPê de hat dayîn, li gelek bajaran û di serî de li Stenbol, Îzmir, Edene û Rizeyê welatî li ber rêxistinên bajar û navçeyan ên CHPê hatin cem hev.

Welatiyên ku li ber avahiya Serokatiya Bajarê Stenbolê ya CHPê kom bûn bertek nîşanî biryarê dan. Serokê Bajarê Stenbolê yê CHP’ê Ozgur Çelîk diyar kir ku li Tirkiyeyê dixwazin demokrasiyê rawestînin û got: “Hişmendiyek heye ku hewl dide sindoqê ji ber gel birevîne. Em ê tu carî rê nedin vê yekê.” 

Hat dîtin ku wêneya Kemal Kiliçdaroglu ya ku di avahiya bajêr de bû, bi ala CHPê hat girtin. Hat ragihandin ku Rêxistina CHPê ya Stenbolê bi 39 serokên navçeyan re civînek pêk aniye û piştî wê bi nûnerên baroyê re hevdîtin kiriye.

Li navçeya Findikli ya Rizeyê, Şaredarê CHPî Ercument Şahîn Çervatoglu bang li gel kir ku bibin yek û got: “Em ê tu carî dest ji têkoşîna xwe ya maf, hiquq û dadê bernedin” û gel vexwend piştevaniyê ya li ber Serokatiya Navçeyê ya CHPê.” 

Serokê Bajarê Edeneyê yê CHPê Anil Tanburoglu jî li ber avahiya bajêr bang li endamên partiyê kir û diyar kir ku dê têkoşîna xwe bidomînin û got, Partiya Gel a Komarê (CHP) dê bibe desthilatdar. Tanburoglu anî ziman ku ew li benda nexşerêya ku dê Serokê Giştî Ozgur Ozel û Lijneya Rêveberiya Navendî (LRN) eşkere bikin in.

Li Îzmirê jî welatî li ber avahiya CHPê ya bajêr kom bûn. Serokê Bajarê Îzmirê yê CHPê Çagatay Guç di civîna ku bi dirûşman berdewam kir de axivî û got dê têkoşînê bi “biryardarî” bidomînin. Guç diyar kir ku ew li benda daxuyaniyên ji Navenda Giştî ne û bal kişand ser hişê hevpar û tevgera rêxistinkirî.