Chris Andrews: Gelê kurd heq dike ku çarenûsa xwe diyar bike

Endamê Seen Feinê yê Senatoya Komara Îrlandayê Senator Chris Andrews, got: “Ez ji ber piştevaniya bi Rojava re serbilind im. Gelê kurd heq dike ku çarenûsa xwe diyar bike.”

1 deqe xwendin
Chris Andrews: Gelê kurd heq dike ku çarenûsa xwe diyar bike

Endamê Partiya Sinn Fein a Senatoya Îrlandayê Chris Andrew têkildarî gelê kurd û geşedanên li Rojava peyama piştevaniyê da.

Senator, diyar kir ku ew piştgiriyê didin mafê gelê kurd ê diyarkirina çarenûsa xwe û ev yek anîn ziman: “Ez bi piştgirîdayîna Rojava kêfxweş û serbilind im. Ez piştgiriyê didim gelê kurd ê ku ji bo Kurdistaneke azad têdikoşe û b sûcên erjeng re rû bi rû maye. Weke Sinn Fienê em di wê baweriyê de ne ku ew xwediyê mafê diyarkirina çarenûsa xwe ne. Em ê piştgiriyê bidin vî mafî.”

Senator Chris Andrews anî ziman ku weke gelên tirk, divê gelê kurd jî xwediyê aştiyê be û vê yekê heq dike û got: “Lê belê aştî xwe bi xwe pêk nayê. Divê pêşiyê edalet hebe. Dema ku edalet hat dabînkirin û prensîbên wê hatin sepandin wê aştî jî pêk were. Em di wê baweriyê de ne ku divê Kurdistan hebe. Gelê kurd xwedî maf e ku çarenûsa xwe diyar bike û em jî li rex gelê kurd in.”