Çîna apolîtîk û lumpen
Heke civaka kurd naxwaze ku hişmendiya xwe ya dîrokî û siyasî winda bike, divê li hemberî vê şemetiya lumpenîzmê hişyar be. Erka herî mezin dikeve ser milê rewşenbîr, nivîskar û saziyên çandî ku qadê ji van dengên pûç re nehêlin.

Siyaset û huner (II)
Çîna apolîtîk û lumpen wekî karekterê lumpenîzmê ji du têgihan pêk tê (apolîtîk- lumpen). Dîroka vê çînê, bi taybetî di sedsala 18emîn de, ji aliyê feylesofên serdemê Karl Marx û Friedrich Engels ve wekî ‘proleteriya eware û bê armanc’ hat binavkirin. Di dibistanên felsefeyê yên wekî epîkurîzm û sînîzmê de wekî felsefeya jiyanê derketiye holê. Helbet, mebesta min ji nivîsandina vê çîna bêreng û deng, ne ku dîrokê binivîsim. Lêbelê, hêja ye ku mirov dîroka çîna apolîtîk û lumpen bizanibe! Wê hingê bi hesanî mirov dikare rewşa civaka me di mijara siyasî, çandî, aborî… baş binirxîne û bi heqîqetê şîrove bike.
Civaka kurd di dirêjahiya dîroka xwe ya nûjen de, her tim wekî civakeke biexlaq, polîtîk û xwedî hişmendiyeke sekuler û medenî hatiye naskirin. Lêbelê, di salên dawî de, bi taybetî bi belavbûna torên civakî û guhertinên kûr ên aborî û çandî re, rûçikekî nû û metirsîdar ê civakê derketiye holê: çîna apolîtîk û lumpen. Ev çîna ku ji nirxên civakî, çandî û siyasî dûr ketiye, îro li nav kurdan deng û şemetiyeke mezin derdixe pêş û rojeva esasî ya civakê dagir dike.
Lumpenîzm çi ye?
Di ferhenga civaknasiyê de "lumpen" (lumpenproletariat) ji bo wan çîn an komên tê bikaranîn ku ji çîna xwe qut bûne, bê vîn û bê îdeal in û li derveyî sîstema hilberînê ya birêkûpêk dijîn. Dema ku ev lumpenîzm bi "apolîtîzmê" (bêbandorî yan bêdengiya li hemberî rûdanên siyasî) re dibe yek, modeleke nû ya mirovan diafirîne. Ev model, ji pirsgirêkên civakî, neteweyî, mafên mirovan, azadî û dahatûya civakê bêxeber e; tenê li pey berjewendiyên kesane yên rojane, kêfxweşiyên pûç û li xwenasînê ye.
Dengê şemetiyê
Êş û daxê civakê ye ku îroj, li ser torên civakî (wekî TikTok, Instagram û YouTube…) kesên herî zêde tên şopandin û deng ji wan tê, ne rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar an akademîsyenên kurd in. Berevajî vê, kesên ku nirxên civakî binpê dikin, zimanê kurdî bi şêwazeke heramkirî û pûç bi kar tînin û "şemetiyê" dikin, dibin qehremanên nû yên rojevê. Hemû pîvanên terbiye û sînorên exlaqê ji holê radikin, zana û nezan, aqil û bê aqil her babet ji bo şemetekaran bûye rojev!
Ev çîna lumpen, bi vî rengî bandoreke neyînî li ser nifşê nû dike. Ew apolîtîzmê û bêxemiyê wekî "modernîte" an "azadiya kesane" nîşan didin.
Di encamê de: Bêhişbûna siyasî, pirsgirêkên giran ên welat û civakê li pişt perdeyê dimînin. Têkçûna çandî, zimanî û çanda kurdî li şûna ku wekî amûreke rûmetê bê parastin, dibe amûreke qeşengî û bazirganiyê. Windabûna îdealan, ciwanên ku divê bibin dînamîka guhertinê, berê xwe didin jiyaneke bêarmanc û lumpen.
Bêguman ev rewş ne tesaduf e. Zextên siyasî yên giran, qeyranên aborî yên ku hêviya ciwanan dişikînin û asîmîlasyona nûjen (ku bi destê teknolojiyê tê kirin), rê li ber mezinbûna vê çînê vedike. Gava ku mirov nikaribin di qada siyasî û qanûnî de mafên xwe bixwazin, berê xwe didin qadên pûç da ku ji rastiyan birevin.
Lêbelê, bêdengî û bêxemiya vê çînê, ji bo desthilatdaran û sîstemên ku naxwazin kurd bibin xwedî îrade, nîmeteke mezin e. Ji ber ku civakeke bi lumpenan dagirtî be, birêvebirin û bindestkirina wê pir hêsan e.
Balkêş e ku îro di nav civaka kurdan de, herî zêde ev çîna lumpen bi şemetiya xwe zindî û aktîf e, helbet ne teseduf e, ne jî bê guneh e.
Heke civaka kurd naxwaze ku hişmendiya xwe ya dîrokî û siyasî winda bike, divê li hemberî vê şemetiya lumpenîzmê hişyar bibe. Erka herî mezin dikeve ser milê rewşenbîr, nivîskar û saziyên çandî ku qadê ji van dengên pûç re nehêlin. Divê em ji bîr nekin: Dengê ku herî zêde dilerize û şemetiyê dike, ne her tim dengê herî rast e; carinan tenê valahiya hundirê tepsiyekê ye ku deng jê dertê. (Didome)


