Çîroka Eyşa Ûsê Xalito
Gelek pêşeng û giregirên kurdan; wekî mala Ûsivê Seydo, Şêx Ubeydullahê Nehrî, Şêx Evdirehmanê Tepê û gelek qehremanên din ên bênav û deng hene. Yek ji wan şêrejina bi navê Eyşa Ûsivê Xalito ye

Belê xwînerên ezîz, ez ê îro ji we re çîroka Eyşê, Eyşa Ûsê Xalito vebêjim.
Eyşê ji bakurê Kurdistanê ye û li gundê Qerhêra ji dayik bûye. Xwişka du bira û sê xwişkan bûye. Bi bedewî û pakbûna xwe gelekî navdar bûye. Di sala 1923yan de, beriya hatina cumhûriyetê, di malbateke dewlemend û xuyanî de, bi xwişk û birayên xwe re dijiya.
Bi hilweşandina dewleta Osmanî re û bi avakirina cumhûriyetê re, êdî jiyana hemû kurdan dikeve xeteriyeke gelek mezin. Ev malbat jî weke gelek malbatên kurd, dikeve şerê man û nemanê. Yek ji wan malbatan, malbata Ûsê Xalito bû, yanî bavê Eyşê.
Piştî şerê dijwar û berxwedana bêhempa, malbata Ûsê Xalito ji hev belav dibe û herdu kurên Ûsê Xalito, Husên û Evdilqadir ji neçarî derbasî binxetê dibin û Eyşê û her sê xwişkên xwe jî li Bakur dimînin bi dayik û bavê xwe re.
Eyşê jineke bedew û pir delal e, li wê gorê jî bê tirs û xof e. Ji ber çûna herdu birayên wê û zextên li ser malbatê, dagirkeriya li welatê wê, nakokî û bêtifaqiya xizm, derdor û welatiyan, jiyana Eyşê ser û bin dibe!! Eyşê neçar dimîne ku bi kurxalê xwe re bizewice lê hem dil û hem mêjiyê wê wekî ku di nav pizotên agir de bin. Eyşê ne bextewar bû.
Dagirkirina welat, komkujî, tunekirina kurdan, xizanî, nezanî, birçîbûn, nakokî û fesadî ji nav welatiyan kêm nedibû. Di ser zewaca Eyşê re du sal derbas dibin, kurekî Eyşê çêdibe, lê welat deryaye xwînê ye. Gelek eşîr, pêşeng û giregirên kurdan hene; weke mala Ûsivê Seydo, Şêx Ubeybdullahê Nehrî, Şêx Evdirehmanê Tepê û gelek qehremanên din ên bê nav û deng...
Eyşê çend çêlek û bizinên wê hene, wan bi erzanî difroşe û bi wan pereyan ji xwe re du tivingên Osmanî distîne. Bi hevsera xwe û kurê xwe yê yeksalî li nav milê xwe dijidîne û dikeve nav şoreşê!!
Li welatê kurdan şer û berxwedan e. Di şikeft û berqefan de şil û zuha dibin, kurê Eyşê li ber pêsîra wê ye (bi şîr e ), gelek caran şil dibin, birçî û bê xew dimînin, lê ya herî zêde zehmetiyan dikişîne, Eyşê ye.
Rojekê mifreze dor li wan digirin; hem bazdidin û hem jî şer dikin. Cih li wan teng dibe. Serokê şervanan Apê Mûso, bang li Eyşê dike!
Keça min bazde, bazde, bazde!
Eyşê, kurê xwe yê yeksalî li nav milê xwe şidandiye, qayişa rext bi ser de li nav û navkêla xwe pêçaye, tivinga wê dagirtî di dest de, şahra hemayî li keziyê xwe yê reş pêçaye û dibeze. Weke xezala ku destê wê ji kara wê nebe û bi ser kara xwe de bikale û binale.
Roma reş wan dorpêç dike. Pêşiya wan av û delav in, taht û zinarên asê ne. Divê koma wan xwe bigihîne çiyê, şervan westiyane. Eyşê westiyaye û tev birçîne. Apê Mûso li pêşiyê, koma şervanan li ortê û Reşoyê Biro li dawiya komê bi rêk û pêk dike. Eyşê ji bo moralê komê xweş bike, li wan vedigere û bi ken dibêje.
Hevalno ez van deveran dizanim, dema em zarok bûn û hîn birayên min Husên û Evdilqadir neçûbûn binxetê, me pezê xwe dianî van çiyayan diçêrand. Vaye gundekî elewiyan li paş vî girî ye ku em bigihîjin gund em ê xwarinê bixwin. De bilezînin, hindik ma!
Apê Mûso li Eyşê dinihêre û dibişire.
Hey Apê wê heyrana serê wê be, xezala min.
Hema ji nişka ve dibe teqîn û dengê tivingan dikeve çiya û zinaran li ser serê wan dibe dûxan û gule wek taviya buharê tên wan. Apê Mûso ji milê xwe birîndar dibe. Dema Eyşê xwe ji ser zinarekî diavêje ku xwe bigihîne Apê Mûso, kurê wê ji milê wê dikeve erdê û digindire newalê. Eyşê neçar e, çi bike, berê xwe ber bi jor dike û bi gewriya tije girî bang li Xwedê dike.
Anha tu çi ji me dixwazî, me çi ji te kiriye!!? Ma ne bes e? Ev gunehê kê ye te li sitûyê me bar kiriye? Ma gunehê vî tifalê min çi ye, êdî bes e, dest ji pêsîra me barde!!
Dema Eyşê van gazinan dike, ji nişka ve dengê çekan tê birîn. Eyşê tivinga xwe dispêre zinarekî û dadikeve newalê. Kezeba wê dişewite, wek tu bavêjî ser sêla sor. Reşo bang li Eyşê dike.
Eyşê were, vegere, kurik çû êdî dev jê berde!
Eyşê nagirî, naqîje, lê çavên wê yên keskezer, weke du fincan xwîn û bi hêrs in. Xwe bera binê newalê dide. Dema digihîje ser kurê xwe, bala xwe didê ku kurik herdu pêçîkên xwe xistine devê xwe û di xew re çûye.
Eyşê wî ji erdê radike, dide ber pêsîra xwe û bi xwe ve dişidîne û bêdeng digirî. Qêrîna wê weke werîsekî li gewriya wê dişide. Radihêje kurê xwe, tê bi jor dikeve, radihêjê tivinga xwe; geh li kurê xwe dinihêre û geh li tivinga xwe û geh li koma hevalên xwe dinihêre û berê xwe bi jor ve dike. Bi dengekî nizm.
Xwedê li min bibore, ez gorî, li min bibore...
Tav û tereza gulebaranê aram bû ji ser wan, piştî bêhnvedanê, dîsa ketin rê.
Apê Mûso ji nigê xwe birîndar e; geh dikevin milên wî û geh wî didin ser milên xwe. Apê Mûso hem mezinê eşîrê ye û hem jî mamê hevserê Eyşê ye. Ji ber çanda li nav kurdan ku li ber mezinên xwe zarokên xwe hemêz nedikirin, di wê rewîtiya dûr û dijwar de, hevserê Eyşê destê xwe ne
davête kurê xwe û li Eyşê nenêhirî. Her çiqas Apê Mûso ew hişyar kir jî, wî ruyê xwe bada û şerm kir.
Kurê min barê Eyşê giran e, dest biavêje kurê xwe!
Lê wî li aliyê wan nenêhirî. Meş û meş û meş, xwe gihandin gundekî li ber sînorê binxetê (Rojava). Xwediyê gund, Husên û Hesen Elî, du bira bûn û kurdên elewî (qizilbaş ) bûn, dostên Apê Mûso bûn. Qedir û qîmetek baş dan Apê Mûso û hevalên wî.
Kincên li ser wan guherîn, nanekî xweş ji wan re çêkirin. Şevbihêrka wan bi gotina zilm û zordariya li kurdan tê kirin, nakokiyên di nav eşîrên kurdan de derbas bû. Di nav gotinên wan de, carna çêr jî hebûn. Eyşê devê xwe digirt û rûyê xwe badida û dibişirî. Heta ber destê sibehê, sohbet û muhebeta wan dewam kir. Li ber destê sibehê, Eyşê bi xwe hesiya ku berxikê wê li ber sînga wê di xew re çûye.
Beriya ku roj hil bê, koma şervanan têlên sînor derbas kirin û xwe avêtin binxetê. Eyşê kurê xwe hilda û çû cem malbavanên xwe. Koma hevalan û Apê Mûso, ketin nav xebatên siyasî; tev li Cegerxwîn, Qedrî Can, Osman Sebrî, Celadet Elî Bedirxan, Memdûh Selîm û gelek pêşengên din ên kurd...


