Civak û qirkirina çandî
Divê em bizanibin ku bişaftin, dejenere û sohtandina çand û hunerê hedefên sereke yên qirkirina çandî ne. Ger em vê rastiyê nebînin, em nikarin qirkirina çandî jî baş fêm bikin!

Civaka di bin nîrê qirkirina çandî de be, bêguman her babeta jiyana xwe jî bi pirsgirêk e. Nexasim di demên dawî de bişaftin û erozyona li hemberî civaka mirovahiyê zêde bûye. Sed sal in, her tim rojeva gelê kurd a sereke pirsgirêka dagirkeriyê û tekoşîna azadiya neteweyî ye.
Bi dirêjahiya sed salekê gelê kurd di tekoşîna li dijî dagirkerî û koledariyê de, her çendî nirxên xwe yên giranbuha ava kiribin jî, bi bedelên mezin hebûna xwe parast.
Qirkirina çandî çi ye, çawa ye, çi bandor heye? Ji bo em kok û bingeha vê qirkirinê fêm bikin, pêwîstî bi lêkolîn û lêgeran nake, bi kurtasî em peymana Lozanê û encamên wê peymanê bifikirin, em ê bi hesanî bizanibin ku qirkirina çandî li ser gelê kurd çawa dest pê kir, çawa heya îro berdewam dike, qurbaniyên jenosîda çandî çi ne, çi taybetiya vê qirkirinê heye ? û hwd.
Herî zêde gelê kurd navên pergala dibistanên dewletê, navenda şerê taybet, şerê psîkolojîk, yasayên îslahkirinê, pergala caş û qorocîtiyê bihîstine û naskirine. Wan navên pergal û saziyan hemû amûr û metodên qirkirina çandî ne. Di vê babetê de, bişaftin û talankirina çanda kurdan, gihîştiye astên bilind.
Ger em bi du hevokan danasîna qirkirina çandî bikin; ya yekemîn bişaftin e, ya duyemîn jî talan û tunekirina çanda kurdan e.
Ger çendî ziman û hişmendiya biyanîbûnê li ser ragihandin û rewşenbîriya kurdan hê jî bi bandor e, tevî ku mijarek herî jiyanî ye, lê belê mixabin di rojeva kurdan de zêde qirkirina çandî nayê nîqaşkirin. Çima gelo?
Gelek caran dema dixwazim rewşa çand û hunerê şîrove bikim, berê çavên xwe li rojeva civakê digerînim, dixwazim berê bi çavên civakê li rewşa çand û hunerê temaşe bikim, gelo civaka me ji bo çand û hunera xwe çi difikire, çi dibîne, çawa dinirxîne?
Seranser di felsefeya siyasetê de hevokek tê bîra min, dibêjin: ger çi dibe bila bibe, girîng e meriv civakê rexne neke!
Di baweriya min de, ew têbiniya siyasetê ji bo rexneya civakê, ew şêwazek ji bo kar û barê rêxistinî bi kar tîne, di rastiyê de tiştekî wisa nîne! Lê belê, ger di civakê de, madem çend çîn hene, civak tevayî di rewşa serobin de diheje, ne rexnekirin û ne şiyarkirin, fikrek ne di cih de ye! Erka siyasetê, rewşenbîriyê û hunerê hişyarî û rexne ye.
Di vê serdema qirkirina çandî de, ku çanda post-modern tevayî cîhanê xistiye bin bandora xwe, gelo ger çanda rexneya pozîtîf û hişyariyên bi mesûliyet, meriv neke, wê demê meriv bi kîjan metodê dikare parastina nirxên civakî bike, meriv dê çawa pêşî li dejenereya çandî-hunerî bigire? Pirsa herî girîng jî, dê çawa çand û hunera civakek xwedî netewe vejîne?
Divê em bizanibin ku bişaftin, dejenere û sohtandina çand û hunerê hedefên sereke yên qirkirina çandî ne. Ger em vê rastiyê nebînin, em nikarin qirkirina çandî jî baş fêm bikin!
Madem civak ji takekesan pêk tê, wê demê pêwîst e em rewşa kesayeta di bin gefa qirkirinê de bibînin.
Hemû karesat û kambaxiyên çand û hunera kurdî dijîn, bi mijara qirkirinê ve têkildar in. Dema em dibêjin: civak çawa li rewşa çand û hunera xwe mêze dike, bi kîjan aqil û fikirê şîrove dike, pêwîst e meriv zelaliya vê pirsê teqez bizanibe. Bandora qirkirina çandî di serdema erozyona gerdûnî de li ser civakê pir mezin e. Ji bo meriv pirsgirêkan çareser bike, pêwîst e meriv berê koka pirsgirêkê baş nas bike.
Mînaka pirsgirêka kurdî pirsgirêka nasnamê ye, dinya- alem, ilim û zanyarî herkes dizane ku çareseriya vê pirsgirêkê ji yekitiya gelê kurd dest pê dike. Ji ber ku asta netewebûnê hîn jî temam nebûye, ev civak nikare di mijara yekîtiya neteweyî de gavên bihêz biavêje.
Ji ber karesat û qirkirnên çandî, bêguman civaka kurd, di milê hişmendî û sosyolojiyê de jî, trawmayên curbicur dijî. Pêwîst e meriv kok û bingeha pirsgirêkan baş binase, da ku çareserî jî rast peyda bibin.
Anton Chekhov (1860-1904) di serdema xwe de nirxandina çanda moderniteye ku îroj bi çanda post-modern tê bi navkirin şîrove dike, dibêje: ‘’Dema huner ji naverokê vala dibe, ew ne huner e ne jî modern û hemdem e! Peyamên pûç, gotinên vala, awazên erzan û afirandinên bê ked. Ango, ger li qadên civakê herî zêde dengvedanê didin, dibin daxwaz û meraqa nifşan, hingê dê bizanibin ku ew civak di pêvajoya dejenerekirina nirxên xwe de ye!’’
'Erka hunermend ne ew e ku pirsê çareser bike, lê ew e ku pirsê bi rengekî rast bipirse.’ Di pêvajoya îro de, herkes vê pirsê dike; rewşa çand û hunera kurdî çawa ye?
Ji bo bersiva vê pirsê, rast û durist zelal diyar bibe, girîng e bersivdayîn li ser hin rêgezên civakî, çandî û zanyarî be! Pîvan û rêgeza gelemperî ew e, çand û hunera tê îcrakirin ji bo civakê ye, an ji bo şohretê ye?


