Ciwan bi Aktaş û Arkaş re civiyan
Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê bi siyasetmedarên Kurd Veysî Aktaş û Çetîn Arkaş re li ÇandAmedê civîyan.

Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê bi beşdariya siyasetmedarên Kurd Veysî Aktaş û Çetîn Arkaş li eywana ÇandAmedê bi ciwanan re civîyan. Ciwanan li ser komploya 15ê Sibatê û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxandin kirin. Dayîkên Aştiyê, aktivîstên TJAyê, rêveber û endamên DEM Partî û DBPê û bi dehan ciwan beşdarî civînê bûn. Civîn ji bo cangoriyên di têkoşîna azadiya Kurdistanê canê xwe ji dest dane bi rêzgirtinê dest pê kir û ciwanan sirûda “Çerxa Şoreşê” xwend. Piştre ciwanan dirûşmên dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re berz kirin. Piştî rêzgirtinê civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.
Hat zanîn ku Veysî Aktaş û Çetîn Arkaş di civînê de wek axêver cih girtin. Di civînê de li ser komploya 15ê Sibatê û pêvajoyê niqaş hatin kirin.


