Ciwan xwedî li Rojava derdikevin
Ciwanên Wan, Êlih û Cizîrê ji bo êrişên li ser Rojava bi rojan in li ser pêyan in û çalakiyan li dar dixin.

Ji destpêka êrişên ser Rojava yên çeteyan li Kurdistan û gelek welatên cîhanê çalakiyên nerazîbûnê tên lidarxistin. Di çalakiyên tên lidarxistin de ji 7 salî heta 70 salî welatî nerazîbûnên xwe nîşan didin û peyamên piştgiriyê didin berxwedana li dijî êrişên ser Rojavayê.
Ciwanên Wan, Êlih û Cizîrê ji bo êrişên li ser Rojava ev bi rojan in li ser pêyan in û çalakiyan li dar dixin. Ciwanên Wanê guh bi duh şev li taxa Duzyolê ya Tûşbayê çalakî li dar xistin û heta direngiya tevî astengkirina polîsan li gelek deverên taxê agir pêxistin û barîkat çêkirin.
Êrişên polîsan nabin asteng
Li Êlihê ciwanan çalakiyên xwe yên ji bo Rojava li dar dixin domandin. Li gelek taxan ciwan daketin kolanan, agir pêxistin û barîkat çêkirin. Tevî gelek caran polîsan êrişî ciwanan kirin jî ciwan heta direngiya şevê çalakiyên xwe domandin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî ciwanan li dijî êrişên ser Rojava çalakiyên xwe yên nerazîbûnê berdewam kirin û bertekên xwe anîn ziman. Ciwan li kolanan agir bêxistin, li dijî êrişên polîsan barîkat çêkirin û heta direngiya şevê li dijî êrişên polisan li ber xwe dan.
Çalakiyên ciwanan ji destpêkirina êrişên ser Rojava yên çeteyên HTŞ, SMO û Tirkiyeyê li Kurdistan, Tirkiye, Ewropa û gelek welatên cîhanê her ku diçe zêdetir dibin.


