Ciwanan ji bo YPJê meşiyan
Bi sedan ciwan û şêniyên bajarê Til Temirê ji bo piştgiriya YPJê meşeke girseyî li dar xistin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger bi tevlêbûna şêniyên Til Temirê ji bo piştgirî û hevgirtina bi Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) re û daxwaza naskirina YPJê bi awayekî fermî di avasaziya nû ya artêşa Sûriyeyê de bi girseyî meşiyan.
Meş ji kolana Elaf a bajêr dest pê kir. Di meşê de al û wêneyên YPJê hatin hildan û diruşmên balê dikişînin ser rola jinan di parastina herêmê û pêwîstiya parastina deskeftiyên wan de hatin hildan û berzkirin.
Meş li ser rêya M4 heta bi Çerxerêya Qendîlê ya li têketina başûrê bajêr çû. Di mitîngê de ciwana bi navê Nalîn Seydo axivî û got: "YPJê di salên şer de hêza xwe ya parastina civakê û parastina nirxên azadî û rûmetê de îsbat kir. Her pêvajoyek ji bo jinûve sazkirina artêşa Sûriyeyê yan jî avasaziyek nû ya leşkerî divê YPJê bi awayekî fermî were naskirin."
Nalîn Seydo da zanîn ku "Nabe fedekariyên YPJˊê werin paşguhkirin bi taybet piştî rola ku li dijî rêxistinên tundraw lîstiye û parastina deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriy8e. Naskirina YPJˊê naskirina vîna jina azad û têkoşîna wê ya rewa ye."
Nalîn Seydo anî ziman ku jinê şiyana xwe ya lîstina rola pêşengî di revahî waran de îsbat kir û got: “Her projeyek ji bo avakirina Sûriyeya nû bêyî beşdariya jina azad û hêza wê ya leşkerî û rêxistinî bi ser nakeve."

