Komunbûn civakîbûn e
Ji TJAyê, Başak Saridal li ser komunên jinan ên xebata wan li gorî komunên ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatine pêşniyarkirin berdewam dike, nirxandin kir û got: "Komunbûn civakîbûn e. Jin hewce ne ku di her warî de komunan ava bikin. Ji ber ku, tenê bi komunbûnê em dikarin rêyên çareseriyê çêbikin."
Derya Ren
Komunên jinan qadên jiyana kolektîf in ku ji hêla jinan ve bi armanca jiyana bi hev re, hilberîn û avakirina rêkûpêkiyek civakî ya alternatîf bi rêya hevgirtinê hatine afirandin. Biryarwergirtina hevbeş, parvekirina kedê û hilberîna kolektîf bingeha van komunan pêk tînin. Li seranserê dîrokê, komunanên jinan bi awayên cur bi cur derketine holê, lê di encama êrişên pergalê de, ew an hatine hilweşandin an jî ji armanca xwe ya orjînal dûr ketine, bûne navendên pergalê bixwe.
Di nav Tevgera Azadiya Kurdî de, komunên jinan xwedî çarçoveyek îdeolojîk in, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di manîfestoya xwe ya ji bo Aştî û Civaka Demokratîk de girîngiya komun û encumenan teqez dike. Li gorî pêşniyarên Rêberê Gelê Kurd ên ji bo komun û encumenan, Tevgera Jinên Kurd ji bo avakirina komunên jinan li her dever û bajarî hewldan da destpêkirin. Her çend ev hewldan li ser prensîbên jineolojiyê bin jî, gundê Jinwar, ku li rojavayê navçeya Dirbêsiyê ya Hesekê ya rojavayê Kurdistanê ye, mînakek sereke ya komunalîzma jinan pêşkêş dike.
Ji Tevgera Jinên Azad (TJA) Başak Saridal der barê girîngiya komunên jinan axivî.
Pêdiviya komunalîzmê
Başak Saridal diyar kir ku ji bo nîşandana civakîbûnek mezintir û îradeyek kolektîftir, pêdivî bi komunalîzmê heye û ev tişt anî ziman: "Em êdî ne tenê di warê aborî yan siyasî de, lê di her aliyê jiyana civakî, çandî û rojane de hewceyê komunalîzmê ne. Cureyên cuda yên komunalîzmê hene. Ango, komunên siyasî, çandî û aborî… Em dikarin vana pir cur bi cur bikin. Jin ew in ku dikarin vê yekê herî zêde bikin. Jin di her warî de hewceyê komunalîzmê ne. Ji ber ku, tenê bi komûnalîzmê em dikarin ji van astengiyan xelas bibin û ji nû ve vegerin jiyanê. Jiyanek nû dikare were avakirin. Tenê bi komunbûnê em dikarin rêyên çareseriyê çêbikin."
Azadî dikare bi rêya komunalîzmê bi dest bikeve
Başak Saridal, da zanîn ku di rastiyê de komunalîzm tê wateya vejandina esasên civakî û wiha got: "Takekes bi qasî ku civak azad bibe azadtir dibe û dikare bi vî rengî beşdarî civakê bibe. Azadiya ku di komunan de tê bidestxistin dê bi rastî azadiya takekes misoger bike. Takekes dikare azadiya xwe bi dest bixe dema ku ew bi rêya komunalbûnê azadtir dibin. Ji ber vê yekê, azadiya takekes li vir bi qasî ku komunan dikare xwe azad bike ve girêdayî ye."
Şêwaza komûnalîzmê
Başak Saridal behsa mînakên komunên li çaraliyê cîhanê kir û got: "Komuna Parîsê û komunên ku di dema Şoreşa Cotmehê de hatine avakirin hene. Ev komun ji bo me wekî mînak in, lê di heman demê de gelek aliyên ku em rexne dikin jî hene. Dema ku em behsa civakê dikin, ew zarok, kal û pîr, mêr, jin û xwezayê di her wateyê de digire nav xwe. Gihîştina wê ya tevahîtiyê li vir girîng e. Ne tenê jin komunan ava dikin, an tenê zarok an kesek din komunan ava dikin. Pêdivî bi komunalîzmê li ser bingeha hemû nirxên civakî heye. Ger ew li ser civakîbûnê be, wê hingê komunbûn dikare bi tevlêkirina hemû beşên civakê, li ser bingeha hemû nirxên civakî were bidestxistin. Di vê rewşê de, jin dikarin pêşengiyê bikin."
Gavên ji bo komunbûnê
Başak Saridal, agahî li ser gavên berbiçav ên ku divê di komunbûnê de werin avêtin da û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Avakirina kooperatîfan gaveke berbiçav e di komunalîzmê de ye. Bi avakirina meclisan re, mafê her kesî yê axaftinê yê demokratîk heye. Herkes dikare li wir bi azadî xwe îfade bike û çareseriyan bi pêş bixe. Bi rastî, tişta ku em jê re dibêjin komun, derketina holê ya xweseriyê û şiyana parastina xwe ye. Ji aliyekî ve, ev yek avakirina meclisan, avakirina kooperatîfan û ji wê wêdetir, xurtkirina avahiya civakî ya herêmî û rêveberiya şaredariyên herêmî yan dînamîkên herêmî yên ber bi kolektîvîzmê ve hewce dike."


