Ciwanan li Duhokê ala tirk daxist xwarê
Li Duhokê gel li dijî êrişên li ser Rojava meşiya ber sefaterxaneya Tirkiyeyê û ala tirk daxist xwarê.

Gel şevê din li çar parçeyên Kurdistanê û welatên cîhanê ji bo êrîşên HTŞ, SMO û çeteyên girêdayî wê şermezar bike û piştgiriyê bidin Rojava daketin qadan.
Li Silêmanî, Hewler û Duhokê bi deh hezaran welatî daketin qatan û heta serê sibê li qadan çalakî li dar xistin. Li Duhokê, şêniyên bajêr ji bo piştgiriya Rojava daketin kolanan û êrişî nivîsgeha vîzeya Tirkiyeyê kirin. Ciwan ketin nivîsgeha Vîzeyê û ala tirk daxistin xwarê.

