Ciwanên başûr tevlî seferberiya parastina Rojava bûn

Ciwanên başûrê Kurdistanê ku piştî ragihandina seferberiya giştî çûn Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekê gotin ku ew ê li kêleka şervanan êrişên dewleta tirk û çeteyên wan têk bibin.

1 deqe xwendin
Ciwanên başûr tevlî seferberiya parastina Rojava bûn

Ciwanên Welatparêz yên başûrê Kurdistanê ku li ser ragihandina seferberiya giştî a ji aliyê rêveberiya Rojavayê Kurdistanê ve sinorên çêkirî yên Kurdistanê derbaz kirin û derbazî xaka Rojavayê Kurdistanê bûn, daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniya ku ji aliyê Hîwa Reşîd ve hate xwendin de, ciwanên başûr ragihandin ku ewê li kêleka şervanan êrişên dewleta tirk û çeteyên wan têk bibin.

Her wisa di daxuyaniya ciwanên başûr de wiha hate gotin; “Êrişên hovane yên çeteyên Colanî û dewleta tirk a dagirker ku li ser  Rojavayê Kurdistanê hatine destpêkirin, armanc jê ew ê ku gelê kurd qir bikin û çeteyên DAIŞê vejînin. Ev êrişek li dijî destkeftiyên hemû neteweyên azadîxwaze. Ji ber vê yekê, em erkê xwe dibînin ku li qadên şer amade bin.

Ciwan dê bi ruhê yekîtiyê xewnên dagirkeran binax bikin. Her wiha em bang li her mirovekî bi rûmet dikin ku di vê roja girîng de beşdarî seferberîya Rojavayê Kurdistanê bibin û erkê xwe yê dîrokî bicîh bînin. Em ê her destê ku ji bo tunekirina azadiya gelan were dirêjkirin, bişkînin.

Parastina Rojava parastina tevahiya Kurdistanê ye. Em ê rê nedin çete careke din axa pîroz a Kurdistanê bipêçin. Lewra wê tenê rûreşî ji dagirkeran re bimîne.”