Ciwanên Başûr:Em ê di eniyên berxwedanê de cih bigirin
Komeke ciwanan ku ji Herêma Federe ya Kurdistanê derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû, gihişt Dêrikê.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên dewleta tirk ên li ser Rojava seferberiya giştî ragihand. Di çarçoveya banga seferberiyê de ji çar parçeyên Kurdistanê gelek ciwan ber bi Rojava bi rê ketin. Komeke ciwanan ên ji Herêma Federe ya Kurdistanê ber bi Rojava ve bi rê ket, ji Deriyê Sînor ê Sêmalkayê derbasî Rojava bû.
Li gorî nûçeya ANHAyê; koma ciwanên Başûr gihişt Rojava û ragihand ku di çarçoveya banga seferberiyê ya HSDê de dê di eniyên berxwedanê de cih bigirin.


