Ciwanên Dirbêsiyê seferber bûn, li Hesekê jî nobetê digirin

Ciwanên ji bajarê Dirbêsiyê alîkariyê mirovî ji bo piştevaniya koçberên Serêkaniyê û Efrînê dan. Li Hesekê jî welatî li dijî êrîşên çeteyan nobetê digirin.

1 deqe xwendin
Ciwanên Dirbêsiyê seferber bûn, li Hesekê jî nobetê digirin

Komên çeteyên HTŞ, DAIŞ û SMO yên girêdayî Tirkiyeyê êrişên li ser Rojava didomîne. Gel li dijî êrîşan beşdarî seferberiya giştî dibe. Ji biçûkan bigire heta mezinan, gel bi coşeke mezin ji bo parastina bajarê xwe berxwedana xwe didomîne. Gelê ku çek hilgirtine, kolan bi kolan nobedariya xwe didomînin. Welatiyên nobedar pirî caran dirûşmeya "Bijî berxwedana Hesekê" berz dikin.

Ji ber berdewama êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û taxên Helebê, bi hezaran malbat ji ber komkujiyan û binpêkirinan bi darê zorê koçberî bajarên kantona Cizîrê, di nav de bajarê Dirbêsiyê bûn û li navendên hewandina demkî û dibistanan hatin bicihkirin.

Dirbesî 

Ciwanên ji bajarê Dirbêsiyê jî destpêşxerêya mirovî ji bo piştevaniya koçberên ji Serêkaniyê û Efrînê yên ji Reqayê hatine da destpêkirin. Ciwanan alîkarî li dibistana Şehîd Roza Cûdî, dibistana Şehîd Ebdurehman Elî Necmî û dibistana Perwerd Zîlan belav kirin.

Ciwanan li koçberên di wan dibistanan de xurek, betanî, nivîn, derman û pêdiviyên zarokan belav kirin ku zehmetiyên koçberiya bi salan sivik bikin.

Hesekê 

Şêniyên Hesekê ku beşdarî seferberiya li dijî êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin bûn, li kuçe û kolanên bajarê xwe li dijî êrişên gengaz nobedariya xwe didomînin.