Ciwanên Êlihê: Rojava rûmeta me ye em rûmeta xwe diparêzin
Platforma ciwanên welatparêz ên Êlihê li dijî êrişên ku rojavayê Kurdistanê tenê kirin daketin kolanan û çalakî li dar xistin.

Platforma ciwanên welatparêz ên Êlihê têkildarî êrişên ku li rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tenê kirin daketin kolanan û çalakî li dar xistin. Ciwanan li taxên Baglar, Îpragaz, Petrolkent û li gelek taxên bajêr çalakî li dar xistin.
Ciwanên welatparêz ên Êlihê dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî berxwedana Rojava’, ‘Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne’, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e”, “HSD gel e gel li vir e” û “Rojava rûmeta me ye” berz kirin.


