Çiya Kobanê bi fermî dest bi peywira xwe kir
Endamê Fermandariya Giştî ya QSDê Çiya Kobanê (Hecî Mihemed Nebo) bi fermî dest bi peywira xwe wek cîgirê fermandarê Firqeya 60an kir.

Navenda Ragihandinê ya QSDê der barê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin; “Di çarçoveya bicihanîna bendên peymana 29ê Çileyê de, endamê fermandariya me ya giştî (QSD) Çiya Kobanê (Hecî Mihemed Nebo) bi fermî dest bi peywira xwe wek cîgirê fermandarê Firqeya 60an kir.
Ev tevger di çarçoveya birêxistinkirina têkiliyên leşkerî û entegrekirina hêzên leşkerî yên QSDê di sazûmaniya parastina Sûriyeyê de pêk tê. Ev yek dê hewldanên yekbûyî yên parastinê xurt bike û asta performansa li hember pirsgirêkên ewlehiyê zêde bike. Di heman demê de teqeziyê li ser vê dikin ku parastina sivîlan û aramiya herêmê armancên pêşîn in.”

