CPT: Di êrîşan de 107 kes bûne qûrbanî

Rêxistina CPT-Amerîka ragihand ku di mehekê de 474 êriş ji aliyê Îran û komên ser bi wê ve êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin û ji ber êrişan 14 kes şehîd û 93 kes jî birîndar bûne.

1 deqe xwendin
CPT: Di êrîşan de 107 kes bûne qûrbanî

Tîma Rêxistina Avakirina Aştiya Civakê ya Emerîkayê ya li Kurdistanê-Iraqê (CPT) daneyên encama êrişên mehekê ya rejîma Îranê û komên ser bi wê ve ya li ser Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da.

CPT-Amerîkayê diyar kir ku di mehekê de 474 êrişên bi muşek û dironan li ser Herêma Kurdistanê hatiye kirin. Li gorî vê; 307 êriş li ser Hewlêr, 90 êriş li Silêmaniyê, 11 êriş li Dihok û 3 êriş jî li ser Helebce pêk hatiye. 

Di daxuyaniyê de qala qurbaniyan jî hatiye kirin û ev agahî hatiye dayîn: “Ji ber êrişan 14 kes şehîd û 93 kes jî birîndar bûne. Di nava qûrbaniyan de hêzên pêşmerge, sivîl û penaberên Rojhilatê Kurdistanê jî hene.” 

CPT, diyar kir ku ziyan gihiştiye avahiyên 46 sivîlan û gihiştiye 32 wesayîtên xelkên herêmê. Ji ber êrişan dibistan hatine girtin.

Herî dawî CPTê diyar kir ku divê jiyana welatiyên sivîl bê parastin û ziyanên wan bên pêşwazîkirin û got: “Li ser Hikûmeta Iraqê ferze bi rêya dîplomasiyê hewl bide Herêma Kurdistan û Iraqê bide.