Dadgeha Îzmîrê daxwaza berdana A.K red kir
Li Îzmîrê A.K., a ku li ser medya dîjîtal vîdeoya honandina porê xwe belav kiribû û hatibû girtin, dadgehê daxwaza berdana wê red kir. Parêzerê wê diyar kir ku ev biryar li dijî “berjewendiya zarokan” e û wê dozê bibe Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM)

Li Îzmîrê, têkildarî girtina xwendekara lîseyê A.K., ya ku vîdeoya hûnandina porê xwe li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal parvekiribû û hatibû girtin, geşedaneke nû pêk hat. Parêzerê A.K., Edhem Kuruş li ser navê malbatê serî li Dadgeha Cezayê Asliye ya 39emîn a Îzmîrê dabû da ku biryara girtinê were betalkirin. Lê dadgehê ev îtîraz red kir û domndina girtina xwendekara 16 salî da.
‘Ji bo zarokan girtin ne pêdivî ye divê îstîsna be’
Parêzerê A.K., Edhem Kuruş diyar kir ku di hiqûqa zarokan de girtin divê tenê wekî çareya dawî (îstîsna) be û ev biryar mafê perwerdehiyê, berjewendiya bilind a zarok û prensîbên pîvanê binpê dike.
Doz dê biçe AYMê
Dosyeya A.K., ku ji aliyê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Îzmîrê, Baroya Îzmîrê û gelek saziyên din ve tê şopandin, niha derbasî qonaxeke din bû. Parêzer Edhem Kuruş ragihand ku ji ber binpêkirina maf û azadiyên bingehîn, ew ê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bide


