Dadgehê kurê waliyê Dêrsimê girt

Dadgeha Cezayê Sulhê der barê kurê Waliyê Dêrsîmê yê berê Tuncay Sonel, Mustafa Turkay Sonel de bi sucdariya kuştina Gulistan Doku biryara girtine da û şand girtîgehê.

1 deqe xwendin
Dadgehê kurê waliyê Dêrsimê girt

Lêpirsina kuştina Gulistan Doku didome. Dadgeha Cezayê Sulhê di çarçoveya lepirsinê de der barê kurê Waliyê Dêrsimê yê berê Tuncay Sonel, Mustafa Turkay Sonel biryara girtinê da. Dozger piştî îfadeya Mustafa Turkay Sonel girt, ew bi daxwaza girtinê sewqê Dadgeha Cezayê Sulhê kir. Dadgeha Cezayê Sulhê jî bi sûcê “mirina bi zanebûn” ve der barê kurê walî de biryara girtinê da û ew şand girtîgehê. 

Di dosyeyê de hejmara girtinan bû 10 kes. Waliyê Dêrsimê yê berê Tuncay Sonel û serbijîşkê Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê Çagdaş Ozdemîr hîn jî di binçavan de ne.