Dadsaz û hêviya xurttirkirina zimanê hiqûqê

Her ku zimanê kurdî ji aliyê têgihên hiqûqî ve bi pêş dikeve, pêwîst e ku ew têgeh di nav jiyana kurdan a rojane û nemaze pîşekarên warê hiqûqê, vekoler û akademîsyenên kurd de jî cih bigirin.

1 deqe xwendin
Dadsaz û hêviya xurttirkirina zimanê hiqûqê

Parastin û bipêşxistina zimanê kurdî erka sereke ya hemû takên civaka kurd e. Êdî dem hatiye ku herkes, di warê xwe de ji bo dewlemendkirina zêdetir ya zimanê kurdî li ber xwe bide. Warê hiqûqê jî yek ji warên girîng ên zimanê kurdî ye ku divê li gor geşedanên zanistî bi pêş bikeve. Bêguman, bi ked, xebat û têkoşîna zimannas û hiqûqhezan, di heyama çend dehsalên borî de vî warî pêşketineke berbiçav heye. 

Berê pirsgirêka sereke ya nivîskar û vekolerên hiqûqê, nebûna ferhengên têgihan bû. Ji ber vê valahiyê jî, wan nedizanî ka dê çawa û bi kîjan têgihan bîr û boçûnên xwe yên hiqûqî der bibirin. Lê ji salên 80yî heta îro, zêdetir ji deh ferhengên têgihên hiqûqî (yên duzimanî an jî çendzimanî) hatine amadekirin û weşandin. Di nav wan de, Ferhenga Têgihên Hiqûqê jî cih digire ku ji aliyê Komxebata Hiqûqê ve û di bin banê Weqfa Mezopotamyayê û Baroya Amedê de hatiye amadekirin. Di vê ferhengê de zêdetirê hezar têgihên hiqûqê cih digirin. Herwiha bergindên îngilîzî, tirkî, erebî û farsî yên wan têgihan jî li beşa dawî ya ferhengê hatine zêdekirin. Lê ciyawaziya sereke ya vê ferhengê li gel ferhengên beriya xwe ew e ku hemû têgih bi awayekî zelal hatine pênasekirin û xwîner dikare têgihê di nav hevokên mînak de bibîne.

Cihê kêfxweşiyê ye ku îro roj hîn jî Komxebata Hiqûqê xebatên xwe yên warê dewlemendkirina lîteratûra hiqûqê berdewam dike. Ji bilî hezar têgihên berga yekemîn a ferhengê, heta roja îro zêdetirê 5 hezar têgihên din jî bi heman awayî hatine berhevkirin û pênasekirin. Xebata nû bi tevkariya watedar a Weqfa Mezopotamyayê li gel Baroyên Herêmê tê meşandin. Bêguman, bi derketina berga duyemîn ê wê ferhengê, dê lîteratûra hiqûqê geşedaneke berbiçavtir bi xwe ve bibîne. Lê dîsa jî asta wê geşedanê, girêdayî vê çendê ye ku hemû hiqûqnas û zimanhezên kurd ji van xebatan û nemaze xebatên warê termînolojiya hiqûqê xwedî derkevin.

Her ku zimanê kurdî ji aliyê têgihên hiqûqî ve bi pêş dikeve, pêwîst e ku ew têgih di nav jiyana kurdan a rojane û nemaze pîşekarên warê hiqûqê, vekoler û akademîsyenên kurd de jî cih bigirin. Pêwîst e ku li ser mijarên cuda cuda yên hiqûqî berhem (nivîsar, gotar, pirtûk û hwd) bên nivîsandin. Herwiha pêwîst e ku bi rêya lidarxistina bernameyên cuda (kargeh, panel, sempozyom û hwd) ew têgih ji dilê ferhengan bên derxistin û di nav nîqaşên zanistî yên rojane de cih bigirin. 

Di vê çarçoveyê de, hebûna sazî û dezgehên hiqûqî ku armanca wan xurtkirina rabêja hiqûqî, dewlemendkirina nîqaşên hiqûqî û dagirtina kêmasiyên zimanî yên warê hiqûqê ye, dikare leza pêşketina lîteratûra hiqûqê zêdetir bike. Komeleya Vekolîn û Perwerdeya Hiqûqê ku wekî ‘DADSAZ’ jî tê naskirin, yek ji wan dezgehên hiqûqî ye ku dixwaze cilê rastiyê li xewna kurdîhez û hiqûqnasên kurd bike. Ew sazî dixwaze ku di her du warên vekolîn û perwerdeya hiqûqê de pêşketinên mezin çêbibin. Bi giştî armancên sereke yên DADSAZê ev in: 

  1. Dabînkirina rewabûna zanistî di warê hiqûqê de

Yek ji armancên sereke yên Dadsazê û hemû wan sazî û dezgehên ku li ser bipêşxistina lîteratûra hiqûqê disekinin ew e ku asta têrbariya zanistî ya zimanê kurdî di warê hiqûqê de bilindtir bibe. Pêşketina zimanê kurdî di warê hiqûqê de rewabûneke zanistî ya hiqûqî dide zimanê kurdî û wesfên mîna zimanê kolanê, zimanê paşketî, zimanê lawaz û hwd ji wî zimanî dûr dikevin. Bêguman zimanê kurdî jî mîna hemû zimanên zindî yên cîhanê, tenê zimanê derbirîna ramanên çandî nîne. Zimanê kurdî di heman demê de zimanê derbirîna ramanên zanistî ye jî û dikare di warê hiqûqê de jî bi awayekî herî xurt bê bikaranîn. 

  1. Parastina mîrateya kurdan a hiqûqî

Xurtbûna zimanê hiqûqê bandoreke mezin li parastina mîrateya kurdan a hiqûqî dike. Wek tê zanîn,  zimanê kurdî di dîrokê de nebûye zimanê dariştina pergalên hiqûqî û qanûnan. Hiqûqa kurdan xwe spartiye nerîtên hiqûqî yên devkî, ku ew jî kevneşopiyên civakî û rêzik û prensîbên eşîrî ne. Dadsaz dixwaze û dikare erka berhevkirin, bibelgekirin û vekolîna hiqûqî ya rêzikên hakim li ser civaka kurdan pêk bîne û cilê deqên nivîskî li wan rêzikan bike û bi wî awayî jî li ser parastina wan nerîtên hiqûqî bisekine. 

  1. Vejandin, birojkirin û bikaranîna termînolojiya hiqûqî ya kurdî

Hemû pergalên hiqûqî yên serkeftî pêdivî bi xizîneyeke dewlemend a têgihên hiqûqê heye. Di wî warî de, em çiqas bi dewlemendiya zimanê kurdî bawer bin jî, dîsa ji ber guherbariya zanista hiqûqê û geşedan û pêşkeftinên rojane yên wî warî, pêdivî bi hewldaneke xurt heye ji bo dewlemendtirkirina zanista hiqûqê. Çemkên hiqûqî yên modern pêdivî bi bergindên guncav yên kurdî hene. Vekolîna çemkên nû yên hiqûqî û bikaranîna wan di nîqaşên hiqûqî de zemîna ji bo xurtbûna ramanweriya hiqûqî jî xweştir dike.   

Wek ku li jor jî hat amajekirin, cihê serbilindî û kêfxweşiyê ye ku îro roj em di warê termînolojiya hiqûqî de li ser xala sifrê nînin û gelek xebatên baş di wî warî de hatine kirin. Lê hîn jî di destê civaka hiqûqî ya kurdan de bergindên gelek têgihên hiqûqî tune ne. Têgihên ku hatine tesbîtkirin jî kêmnas an nenas in. Ji ber wê çendê Dadsaz dikare bibe navendek ji bo xurtkirina termînolojiya hiqûqê û nemaze nasandina termên hiqûqî yên nû.

  1. Şêyanmendkirina pisporên hiqûqê û bilindkirina asta xwendewariya gel a hiqûqî 

Gelê me ji siyasetmedaran heta rojnamegeran, ji zimannasan heta hiqûqnasan, bi giştî di warê hiqûqê û şaxên cuda yên hiqûqê de di asteke xwendewariyê ya nizm de ye.  Ev asta nizm a xwendewariya hiqûqî jî bijardeyek nîne ku me bixwe hilbijartibe. Ev encama tepeserkirineke demdirêj a zimanî ye ku bi rêya pergalên hakim û qanûnên nerewa pêk hatiye. Gelê me nekariye di bin bandora vê tepeserkirinê de xwe bigihîne û bi pêş bixe. 

Bernameyên birêkûpêk û berdewam ên perwerdehiya hiqûqî bi zimanê kurdî dikare asta têgihiştina gel a hiqûqî bilindtir bike. Perwerdeya parêzer, pispor û şêwirmendên hiqûqê û hiqûqhezan dikare nîqaşên hiqûqî yên bi zimanê kurdî dewlemendtir bike. Weşandina pirtûkên perwerdeya hiqûqî, ferheng û pirtûkên çendzimanî yên perwerdeya hiqûqê bandoreke erênî li ser têghiştina civakê ya hiqûqî dike. Bi pêşkeftina zimanê hiqûqê, dê serdestiya zimanî ya zimanên serdest jî di warê hiqûqê de bişkê û dê zanista hiqûqê bi zimanê kurdî jî berdest be. 

  1. Bilindkirina prestîja zimanê kurdî

Dema ku deqê qanûn û peymanan bi zimanê kurdî berdest be, wê demê têgihiştina kurdan a der barê zimanê kurdî jî dê biguhere. Wê demê ew dê zimanê xwe hêjayî vê çendê bibînin ku li dadgehan, di têkiliyên hiqûqî yên agirbestê de û di her warê jiyana hiqûqî de bê bikaranîn. Her ku di hawirdora hiqûqî ya civaka kurd de zimanê kurdî hakim be, dê asta prestîja zimanê kurdî jî bilindtir bibe. Bi vî awayî jî, Dadsaz dixwaze bi hêmû hêz û şêyana xwe ji bo gihiştin bi van armancên li jor li ber xwe bide û erka xwe pêk bîne.