DAÎŞê li Dêrazorê 2 êrîş pêk anîn
DAÎŞê ragihand ku li bejahiya Dêrazorê ya li rojhilatê Sûriyeyê 2 êrîşên cuda pêk anîn e.

Çeteyên DAÎŞê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku wan li gundewarên Dêrazorê êrîşî endamekî hêzên ewlekariyê yên hikumeta demkî û tankereke petrolê kiriye.
Di daxuyaniyê de ku li ser malperên DAÎŞê hatine parvekirin, hate gotin: "Endamekî hêzên ewlekariyê yên Sûriyeyê bi 2 guleyên damançeyeke bêdeng li pêşiya mala wî ya li bajarê Bûkemalê hat hedefkirin û birîndar bû.”
Li gorî daxuyaniyekê din a çeteyan, li ser rêya giştî ya nêzî bajarokê Mekmenê yê bakurê Dêrazorê êrîşî tankereke petrolê hat kirin, di encamê de zirar li tankerê bû û petrola tê de rijiya.


