‘Daxwaza Şêx Seîd azadiya Kurdistanê bû’
Akademîsyen û dîroknas Dr. Îsmet Konak derbarê Serhildana Şêx Seîd de got: “Di roja me de bi taybet partiyên wek Huda-Parê hewl didin Serhildana Şêx Seîd wek serhildaneke îslamîst nîşan bidin lê kovar û rojnameyên wê demê nîşan didin ku serhildan serhildaneke radîkal û polîtîk e. Karakterê bingehîn ê vê tevgerê, kurdistanîbûna wê ye.”

Piştî hilweşandina Osmaniyan û avakirina komara Tirkiyeyê hemû gel, netewe, ziman û çandên li derveyî tirkbûnê tune hatin hesibandin. Ji dstpêka vê tunehesibandinê heta niha gelek serhildan li dijî komarê pêk hatin. Yek ji van serhildanan Serhildana Şêx Seîd e ku ji bo Kurdistaneke azad dest pê kir. Komarê bi komployên ku meşandin Serhildana Şêx Seîd têk bir û di 29ê Hezîranê de Şêx Seîd jî di nav de 47 kesan li Qada Deriyê Çiyê (niha navê qadê Şêx Seîd e) a Amedê bi dar ve kirin.
Mîrateya têkoşînê ya ku Şêx Seîd li dû xwe hişt ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat mezinkirin. Bi têkoşîna ku hat dayîn hebûna kurdan hat qebûlkirin û îro komar neçar maye ku li ser statuya kurdan nîqaşan bike.
Em derbarê salvegera Serhildana Şêx Seîd û têkoşîna ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşandiye û statuya kurdan bi akademîsyen û nivîskar Dr. Îsmet Konak re axivîn.
Enqereyê bi çi armancê Serhildana Şêx Seîd neçarî destpêkirineke pêşwext kir û Qanûna Teqrîrî Sikûnê çawa veguherî amûreke fetisandina mixalefeta navxweyî?
Dema em li dîroka Serhildana Şêx Seîd dinihêrin, di esasê xwe de plansazî hatibû kirin ku ev serhildan di mehên havînê de dest pê bike. Lê belê, Enqereyê li vir taktîkek bi kar anî; Şêx Seîd û hevalên wî neçar kirin ku serhildan pêşwext bidin destpêkirin. Ji bo vê yekê çendîn sedemên Enqereyê yên taybet hebûn
Enqere dixwest ew mixalefeta ku di nav Tirkiyeyê de bi pêş dikeve, bifetisîne. Li aliyê din hem ji ber makezagona 1924an û hem jî ji ber Peymana Lozanê hişmendiya kurdbûnê di nav kurdan de bi pêş ketibû ji ber vê yekê Enqereyê dixwest vê hişmediyê jî ji holê rabike.
Di dema serhildanê de, di 5ê adara 1925an, qanûneke bi navê Teqrîrî Sikûnê hat derxistin. Ev qanûn qaşo ji bo berdewamiya komarê û pêkanîna nîzama giştî hatibû derxistin û li gor Enqereyê Şêx Seîd û hevalên wî ji bo nîzama giştî gef bûn. Ev qanûn qanûneke girîng e; ji ber ku desthilatdariyeke pir berfireh dida hikûmetê û Dadgehên Îstîklalê. Di encamê de gelek kes û partiyên mixalif bi hinceta pêwendiya wan bi Serhildana Şêx Seîd re heye, hatin darizandin; hinek hatin girtin û hinek jî hatin bidarvekirin. Partiya TPCFê hat girtin, zext li TKPê hat kirin. Rojnameyên wek Orak Çekiç û Aydinlik hatin girtin. Wê demê zext li ser TKPê hene lê îro dema em lê dinihêrin TKP ji dîroka xwe dûr ketiye û her sal daxuyaniyan li dijî Serhildana Şêx Seîd dide.
Xelkê Dêrsimê ji ber tecrûbeyên xwe yên olî yên dema Osmaniyan bi fikar nêzî serhildanê dibe û piştgiriyeke xurt nade Serhildana Şêx Seîd. Lê dema em lê dinihêrin di rastiyê de tevger ne tevgereke wisa mutaesib e. Şoreşger Yado û hevjîna wî Telî Xanim ên ku li eniya Çewlîgê şer dimeşandin û şêwirmendê Şêx Seîd Fehmî Bîlal, mînakên vê yekê ne. Di roja me de bi taybet partiyên wek Huda-Parê hewl didin Serhildana Şêx Seîd wek serhildaneke îslamîst nîşan bidin lê di rastiyê de kovar û rojnameyên wê demê nîşan didin ku serhildan serhildaneke radîkal û polîtîk e. Karakterê bingehîn ê vê tevgerê, kurdistanîbûna wê ye û ji bo parastina ziman, çand û rûmeta neteweyî têdikoşe.
Hesen Xeyrî Beg ê ku bapîrê min e û di nav TPCFê de parlamenter e û li gundê Huseynîkê (Xarpetê) dimîne. Li Dêrsimê wê demê 2 hezar-2 hezar 500 kes li dijî serhildanê bi dewletê re tevdigeriyan (Dengbêj Silo Qiz dibêje ku bavê wî Silêman jî li dijî serhildanê şer kiriye). Fermandarê Eniya Xarpêtê yê Şêx Seîd, Şêx Şerîf ji bo dêrsîmî piştgirî bidin serhildanê bi Hesen Xeyrî Beg re (ku bi eslê xwe dêrsimî ye) nameyekê dinivîse da ku bişîne ji Celalzade Mehmet Efendî re ku ji wir jî li serokeşîrên Dêrsîmê were belavkirin. Nameya ku tê nivîsîn diçe Xozatê lê nagihîje Celalzade Mehmet Efendî. Leşker li wir dest datînin ser nameyê û ji ber banga di nameyê de Hesen Xeyrî Beg û Celalzade Mehmet Efendî di mijdara 1925an de li Qada Genim a Xarpêtê tên bidarvekirin.
Plana Şark Islahatê û bi taybetî xalên 13 û 14an, çawa bûn bingeha polîtîkaya qedexekirina ziman û asîmîlasyona li ser Dêrsimê? Dema tu li dîrokê dikolî û li qanûn û pratîkên îro dinihêrî li gor te di nêzikatiya dewletê de guherîn heye yan na?
Yek ji xala ku divê em li ser bisekinin jî Plana Şark Islahatê ye ku em dikarin wek makezagona li dijî Kurdistanê binirxînin. Xala 13 (polîtîkaya ziman) û 14emîn (polîtîkaya Dêrsimê) li vir pir girîng in. Bi xala 13emîn zimanê kurdî hat qedexekirin û kesên ku bi kurdî diaxivîn dihatin cezakirin. Di roja me de ji bo kurdî cezakirin nîn be jî ew polîtîkayên wê rojê di makezagona niha de bi xala 42yemîn ji bilî zimanê tirkî bi ti zimanî perwerde nikare were dayîn. Dîsa li gor heman xalê em kurd wek tirkên asîmîlebûyî dihatin nirxandin.
Li gor agahiyeke ku ez nû gihîştimê di sala 1934an de li Agiriyê di navbera waliyê Bazîdê û fermandarê yekîneya siwariyan de hevdîtinek çêdibe. Di raporê de wiha dibêjin: "Kurd li vê herêmê bi rengekî pir asayî û gur bi kurdî diaxivin, qet tirkî nizanin û fêm nakin. Ev ji bo me pirsgirêkeke mezin e. Divê em van kurdan bikin tirk. Rêbaza me divê ev be: daîreyên hikûmetê û dadgeh, karê ti kesên ku bi kurdî diaxivin nekin. Heta ku bi tirkî neaxivin, bila daxwazên wan neyên cih." Ev belgeyeke pir hov e. Dîsa bi polîtîkaya li ser Dêrsimê hewl hat dayîn ku kurd ji xwe dûr bikevin û bibin biyaniyên xwe.
Polîtîkayên dewletê yên li dijî kurdan sed sal in wisa didome. Lê hem di Serhildana Şêx Seîd de û hem jî di Têkoşîna Tevgera Azadiyê de bi taybet jî di deklarasyona 27ê sibatê de ew lêgerîna hemwelatîbûna azad didome.
Îro piştî sed salan hîn jî cihê gora Şêx Seîd û serokên din ên kurd nayê aşkerekirin. Ev stratejiya wendakirinê di hişmendiya dewletê de xwedî çi wateyê ye?
Diyarkirina goran û polîtîkaya dewletê ya li ser goristanan, di dîroka Kurdistanê de mijareke kûr û domdar e. Di çavên dewletê de "kurdê herî baş ne tenê kurdê mirî ye, di heman demê de yê bêgor e". Ev nêzîkatî, rêbazeke şerê psîkolojîk û polîtîkayeke taybet e ku armanc dike bîra civakî tune bike.
Şêx Seîd, Seyîd Riza û hevalên wan, piştî ku hatin bidarvekirin bi zanebûn cihên gorên wan nehatin aşkerekirin. Tevî hemû hewldanên heyî jî ev agahî tê veşartin. Armanc, rêgirtina li ber veguherîna van mezelan a ji bo bîrê ye. Ev nêzîkatî ne aydê serdemekê tenê ye. Tevî ku hikûmet û desthilatdarî guherîn jî, polîtîkaya goran a dewletê qet neguherî. Mînaka Dêrsimê ya 1938an heye ku bi hezaran mirov hatin kuştin û bêkefen û bêgor hatin hiştin. Ev hişmedniya dewletê qet neguherî. Newala Qesaban, Goristan Xerzanê (2017), erişa li Efrînê (2018) li dijî gorên Nûrî Dêrsimî û hevjîna wî Ferîde Dêrsimî çend mînakên vê hişmendiyê ne.
Dewleta tirk bi veşartina gora Şêx Seîd hewl dide ew îdiayên xwe yên ku ‘Şêx Seîd şerîatperest e’ xurt bike û serhildana wî krîmînalîze bike. Dîsa hewl tê dayîn ku Serhildana Şêx Seîd wek serhildaneke ku bi piştgiriya dewletên wek Îngilistanê pêk hatiye nîşan bidin. Ev hewldan bi salan e didome. Lê heta niha derbarê vê îdiaya wan ti belgeyeke ku di dest de be tune ye.
Dewleta tirk bi hewldanên xwe dixwaze Serhildana Şêx Seîd wek serhildaneke ku piştgirî ji hêzên biyanî wergirtiye nîşan bide da ku bêrûmet bike. Wek dîroknasekî derbarê vê mijarê çi difikirî?
Li aliyê din belgeyên wek Peymana Enqereyê( 1926) ku dewletê Mûsil radestî Îngilistanê kir, dema Dr. Mûrat Sabrî ji Amerîkayê hat û xwest li dijî Mustafa Kemal sûîkastê pêk bîne ji aliyê îngilîzan ve hat deşîfrekirin. Dîsa Yado û hevalên xwe yên ku piştî têkçûna serhildanê derbasî Sûriyeyê (ku di bin mêtingeriya Fransayê de bû) bûn rastî tundiya Fransayê hatin. Ev belge bixwe nîşan didin ku hêzên navdewletî alîkarî nedane Serhildana Şêx Seîd.
Ez wek dîroknasekî bi salan e li ser vê mijarê lêkolîn dikim. Bi hin belgeyên min li jor jî anî ziman ku qedexeya aşkerekirina wan hê nû hatiye rakirin (daxuyaniyên dadgehê yên Şêx Selahedîn/ kurê Şêx Seîd) hene. Bi saya van belgeyan ku di rojên pêş me de ez ê bi raya giştî re parve bikim dê rewş baştir were fêmkirin.
Hinek derdor hewl didin rexneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser hinek neviyên Şêx Seîd û Seyîd Riza manîpule bikin û wekî 'dûrbûna ji dîrokê' nîşan bidin. Di rastiyê de analîz û rexneyên wî yên li ser mijarê çi ne?
Birêz Ocalan her tim bi nirxandinên xwe yên kûr û analîtîk balê dikişîne ser dîrok û mîrata têkoşînê ya Şêx Seîd û Seyîd Riza. Di vê çarçoveyê de, analîzên wî yên li ser mîrata Şêx Seîd jî gelek girîng in. Wî ti carê berxwedana Şêx Seîd lawaz û bêrûmet nekiriye; berovajî, ew wek mîratgirê sereke yê vê berxwedanê tê dîtin ku ev mîrat gihandiye lûtkeyê.
Rexneyên birêz Ocalan bi giranî li ser hinek neviyên Şêx Seîd ( û malbata Seyîd Riza) ne, ku îro xwedî li mîrata têkoşînê dernakevin û ji karwanê azadiyê qut bûne. Lê belê, hinek derdoran ev gotinên wî tehrîf kirin, manîpule kirin û xwestin fersendekê çêbikin ku bêjin "Ocalan xwedî li dîroka xwe dernakeve," ku ev yek bi temamî dûrî rastiyê ye.
Abdullah Ocalan bi xebat û rêbazên cuda mîrateya 1925an mezin kir û polîtîkaya îmha û înkarê ya dewletê heta astekê şikand. Bi têkoşîna ku hatiye dayîn îro dewlet hebûna kurdan nîqaş nake, nîqaşê niha li ser statuya kurdan dimeşîne. Ev pêşketin pêşketineke mezin e û divê neyê jibîrkirin ku bi hêsanî pêk nehatiye.
Ji 1925an heta niha rêbazên têkoşînê guherîn. Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bandoreke çawa li têkoşîna gelê kurd dike?
Birêz Ocalan ev 27 sal in di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê girtin. Polîtîkaya dewletê ya li Îmraliyê, girtina kesekî bi tenê nîn e; di şexsê wî de girtina vîn û daxwaza azadiyê ya bi milyonan kurdan e. Ji ber vê yekê azadbûna wî ya fizîkî ne tenê azadiya şexsekî ye di heman demê de azadiya bi milyonan e.
Ji bo Afrîkaya Başûr Nelson Mandela çi be ji bo kurdan jî birêz Ocalan ew e. Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdî xwedî roleke kilît û stratejîk e. Hewldana wî ya herî mezin, avakirina jiyaneke wekhev, azad û konfederal e ku ne tenê ji bo kurdan, ji bo hemû gel, bawerî û nasnameyên li herêmê modela hemwelatîbûnê pêşkêş dike.
Rejîmên ku li ser înkar û tunekirinê ava bûne, heta astekê bi rêbazên klasîk tên guhertin. Di 1925an de daxwaz azadiya Kurdistanê bû, lê konjonktura îro guheriye. Li gor şert û mercên heyî divê têkoşîna ku tê dayîn jî biguhere. Mînaka siyaseta demokratîk a ku birêz Ocalan pêşkeş dike yek ji vê rêbaza nû ye. Einstein derbarê kesên ku tim heman rêbazê bikartînin dibêje; ‘’Kesên ku her tim heman rêbazê bi kar bînin û li benda encamên cuda bin, di şaşvaziyeke mezin de ne.’’


