Dayik, zarok, ziman û perwerde
Zarok bi gelemperî di sê qonaxan de ziman fêr dibin. Qonaxa yekemîn e berî ku ew dest bi axaftinê bikin û dema ku ew peyvên xwe yên pêşîn dibêjin. Rola dayik û malbatê li vir a sereke ye û gelekî girîng e.

Mirovek çawa ferî zimanê xwe yê zikmakî dibe? Dema ku têgihên ziman, perwerde û 'dayiktiyê' digihîjin hev, bedewiyek derdikeve holê. Dayiktî rasterast bi perwerdeyê ve girêdayî ye û bê cudahî temen, zayend an çand, ji her tiştî bi qîmettir e. Ew di hemû aliyên xwe de, di jiyana zarok û civakê de rêkûpêkiyê diafirîne û diparêze.
Zarokek berî jidayikbûnê jî bi rêya diya xwe dest bi têgihîştina cîhanê dike. Dayika ducanî ji ducaniyê û pê ve berpirsyariya zarokê xwe digire ser xwe. Zarok berî jidayikbûnê dest bi naskirina zimanê dayika xwe dike. Ew, bûyerên ku di dema ducaniyê de pê re rû bi rû dimîne, bi dayikê re dijî û mîna dayikê, ji bûyerên erênî û neyînî bandor dibe. Bi kurtasî, zarok berî jidayikbûnê bi rêya diya xwe dest bi naskirina zimanê dayika xwe û perwerdeya li ser jiyana piştî jidayikbûnê dike. Divê bê zanîn ku tevgerîna bi vê hişmendiyê di jiyana zarok de, dê encamên baş an jî ne baş biqewimin.
Pispor dibêjin ku her çend pêşveçûna kesayetiyê di tevahiya jiyana mirov de rastî guhertinên cur bi cur tê jî, bingeha avahiya kesayetiya kesekî di zikê dayikê de dest pê dike û di zarokatiyê de tê danîn. Ji ber vê yekê, têkiliya dayikê ya di warê zimanî de bi pitika xwe re di zikê wê de dest pê dike. Ji bo wê em dikarin bibêjin ku pênasekirina ‘zimanê dayikê’ di pirî zimanan de bi heman peyvê ye. Lêbelê di zimanê kurdî de wek "zimanê zikmakî" tê binavkirin, ku behsa pêvajoya jidayikbûnê û destpêka fêrbûna ziman dike. Ji peyvên “zik” û “ma/mak” pêk tê.
Di zanista biyolojiyê de tê gotin ku hesta bihîstinê ya zarokan a anatomîk zûtir ji organên din ên hestî bi pêş dikeve û bi vî rengî, bandora dayikê li ser zarokên xwe bi rêya "fonksiyonên bihîstin û bersivdayîna deng" bêhtir tê xurtkirin. Li ser vê esasê pisporên ziman dibêjin ku zarokek hîn berî jidayikbûnê dest bi naskirina zimanê xwe yê zikmakî dibe. Ziman û tonê deng ku dayik bi kar tîne li vir girîng in. Ji bo wê di pêvajoya ducaniyê de xwendina pirtûkekê bi dengekî bilind, guhdarîkirina muzîkê, an vegotina çîrokekê di pêşveçûna zimanî de gelekî bi bandor in. Ji ber ku ev deng di wê qonaxa zû de jî di bîra wan de qalibek zimannasiyê çêdikin, zarok piştî jidayikbûnê bi hêsanî xwe diguncînin van dengan. Divê hesasiyeta ku di dema ducaniyê de tê nîşandan berdewam bike û piştî zayînê jî zêde bibe.
Zarok ji roja ku çavên xwe li cîhanê vedike ve bi diya xwe re di nav têkîliyê de ye û vî rûyê ku cara yekemîn dibîne qet ji bîr nake û di hembêza diya xwe de evîn û hezkirinê diceribîne. Ew her çend gotinên ku ji diya xwe dibihîze fêm neke jî, gav bi gav bi komkirina wan gotinan ji xwe re bîrekê amade dike û diaxive. Ji bo wê zimanê zikmakî bi zorê nayê fêrkirin. Zarok taybetmendî û avahiya rêzimanî ya zimanê xwe di hawirdora xwe ya xwezayî de, bêyî perwerdeyek fermî, fêr dibin. Dema ku peyv di mêjî de bi cih dibin, hêdî hêdî tên bikaranîn. Ev pêvajo xwe dispêre rastî û teqlîdkirineke dijwar. Zarok bi teqlîdkirina dengên zimanê ku li dora wan tê axaftin û bi dayîna wateyan ji wan dengan re, zimên fêr dibin.Zimanê zikmakî yê ku di pêşdibistanê de tê hînkirin, bi rêya perwerdeya ku di salên dibistanê de tê wergirtin dewlemend dibe û kapasîteya wî bi pêş dikeve.
Zarok bi gelemperî di sê qonaxan de ziman fêr dibin. Qonaxa yekemîn e berî ku ew dest bi axaftinê bikin û dema ku ew peyvên xwe yên pêşîn dibêjin. Rola dayik û malbatê li vir a sereke ye û gelekî girîng e.
Ya duyemîn e, gava zarokek bi hilbijartin û naskirina peyvan dest bi axaftinê dike. Li vir, zimanê normal ê ku di nav malbat û jîngehê de tê axaftin dikeve dewrê.
Qonaxa sêyem bi jiyana dibistanê ya zarok dest pê dike. Ji ber ku gelek zaravayên herêmî hene, zarok li gorî tiştên ku ji malbat û hawirdora xwe dibihîzin zimanê xwe yê axaftinê bi pêş dixin. Ji kêliya destpêkirina dibistanê, ew bi gotinên ku mamoste erê dike yan jî red dike re rû bi rû dimînin û axaftina xwe li gorî wê diguherînin.
Li vir girîngiya perwerdeya bi zimanê zikmakî derdikeve holê. Ger ku zarok bi zimanê dayika xwe perwerde bibe, di jiyana xwe de serkeftî dibe. Perwerdeya bi zimanê dayikê pergalek perwerdeyê vedibêje ku tê de hemû mijar bi zimanê dayikê yê xwendekar têne hînkirin. Zarok tevahiya bernameya xwendinê û dersan bi karanîna materyalên perwerdeyê bi zimanê xwe yê zikmakî fêr dibe.
Tê gotin ku zarokek ji xeynî zimanê xwe, heta şeş heft saliyê, dikare çend zimanan bi hev re fêr bibe. Kesên bêhtir zimanan bizanibe, asoyên wan firehtir dibin. Lêbelê, ji bo her kesî, zimanê zikmakî yê ku ji dayika xwe fêr bûye, xwedî girîngî û cihekî bêhempa ye. Mirov bi rêya zimanê xwe hemû pêşketinên hest û ramanên xwe (yên derûnî, takekesî, malbatî û neteweyî) fêr dibe. Fêrbûna zimanekî din alîkariya mirov dike ku bi mirovên bi neteweyên din re têkilî deyne.Ev pêşketinek erênî ye û dikare jiyana wan hêsantir bike. Fêrnebûna zimanekî din dibe ku ji bo wan dezavantajek be, lê wendakirina zimanê wan ê zikmakî dê bibe sedema bêparkirina wan ji nasname, yekparebûna wan a hestyarî û derûniyê.
Her kiryarek ku dayikek di jiyana xwe de bike, bandorê li zarokên wê dike; bi heman awayî, helwestên mirovên din ên li dora wan jî bandorê li zarokên wan dikin. Divê were qebûlkirin û fêmkirin ku her çend bandora wan ne bi qasî ya dayikê girîng be jî, ew dîsa heye. Bi taybetî bav, pêwîst e hem barê dayikan sivik bikin û hem jî ji bo zarokên xwe bibin modelên erênî. Divê ev jî neyê jibîrkirin ku zarok mîna şitlekê ye; çawaniya xwedîkirina wê diyar dike ka ew ê çawa kok bigire, bi pêş bikeve, mezin bibe û fêkî bide.
Bi kurtasî em dikarin bibêjin, ew rastiyek zanistî ye ku ji sedî 80yê pêşveçûna karakterê mirov di navbera temenê 0 û 7 salî de çêdibe. Ji ber vê yekê, zarok hewce ne ku bi awayê herî guncaw û çêtir bi zimanê xwe yê zikmakî werin perwerdekirin da ku ew bikaribin di mezinatiyê de jiyaneke rast û serkeftî bijîn.


