Kambaxiya populîzmê û çanda hed û sedan
Ev kesayetên netutiştên hertişt, ên tenê ziman û jiberkirina wan xurt, bi daneyên kesên bedeldayî û kesên bi xetereyên mezin berhem afirandî dipeyivin û xwe pir mezin dibînin. Tiştên bûne malê civakê weke wan afirandî an jî mal û milkê xwe bi kar tînin.

Ji ber kûrahiya bingehên xwe ji kevnariya dîrokê digire, çanda kurdan gelek resen û li gorî rastiya jiyanê hatiye raçandin. Helbet ji ber rêkûpek û berdewam avanebûna dewlet an jî sazîbûnên din piraniya van pîvanan nebûne zagon û nehatine nivîsîn. Nenivîsîna van pîvanan bi aliyên xwe yên neyînî re aliyên xwe yên erênî jî hene. Ev pîvan li gorî hewcedariya civaka kurd bi demê re hatine rakirin an jî hatine guherandin. Vê yekê weke sazbûnên dewletê hwd pêşî li nûjenbûnê negirtiye û ji nûjenbûnê re ti astengî dernexistine. Heta bi kêrî domandina jiyanê tên pîroz in û dema ji hewcedarî yan jî sererastkirina jiyanê re nebin bersiv pîroziya wan radibe û yan tên guhertin an jî avêtin. Ev pêkhatina xwezayî bêyî nivîsandin an jî zagonbûnê li nav civaka kurd bûne pîvan û bi van pîvanan jiyan hatiye meşandin û tê meşandin. Navê van pîvanên jiyana xwezayî, rastker û xweşker kirine 'hed û sed'.
Helbet her tim ji ber van pîvanan nerazîbûn jî derketine. Nerazîbûnên di cih de û baştir, bûne sedem ku pîvanên heyî bên rakirin an jî nûjenkirin. Lê nerazîbûnên ne di cih de, tenê berjewendiyên kes an jî komên nerazî diparêzin weke tawan hatine dîtin û gelek caran bûne sedema cirmkirinan. Hed û sedan di nav xwe de ne parastina kesekê yan jî komekê, parastina civakê esas girtine. Di naveroka xwe de têkilî, bazirganî, rabûn û rûniştin, rêzdarî, hezkirin, hema bêje hemû hewcedariyên jiyanî dihewîne.
Serdema em tê de ji ber bandora globalîzm an jî bi rêbazên têkiliyên teknolojîk biçûkbûna cîhanê, gelek mihilandin di van hed û sedanê de pêk tên. Helbet hemû helandin ne neyînî ne. Bi têgihîştina rêbaz û fêmkirina tiştên cuda hewcedarî û xwestekên civakê jî tên guhertin. Ev aliyeke erênî ye. Aliyê din jî gelek tiştên ne li gorî jiyanê yan jî civak jê re ne amade derdikeve pêş û ev jî dibe sedema gengeşiyan. Bi vê yekê jî hed û sedên civakê tên derbaskirin. Ezezîtî bi pêş dikeve, di bin navê azadiya ramanê yan jî azadiya takekesî de.
Kesên xwezan û hed û sedên civakê dizanin, dema bixwazin tiştekê bidin guherîn an jî nerazîbûnekê bînin ziman, bi rêbazên danfêmker û neşkênîner van tiştan tînin ziman û ev sekin ji aliyê civakê ve tên pejirandin û gelek caran di bin sedema guhertina hed û sedan jî. Lê kesên nezan û ji hed û sedên civakê ne haydar, bi şewazên 'ez her tiştî dizanim û min her tişt afirandiye' dikevin nav hewildanan. Destxistiyên civakê yên weke dîrok û keda kolaktîf hatine afirandin, weke wan afirandî didin nîşandan. Bi vê rêbazê bi sedhezaran şopîner çêdikin (taybetî nivşên nû) û bi derfetên medyaya sanal dibin fenomen û ev bûyîn jî dibe sedema xwe di eynikan de weke dêwên heftserî bibînin. Ev kesayetên, netitiştên hertişt, bê tixûb û bê hed û sed in.
Ev kesayetên netutiştên hertişt, ên tenê ziman û jiberkirina wan xurt, bi daneyên kesên bedeldayî û kesên bi xetereyên mezin berhem afirandî dipeyivin û xwe pir mezin dibînin. Tiştên bûne malê civakê weke wan afirandî an jî mal û milkê xwe bi kar tînin. Tenê du aliyên wan xurt in, ew jî jiberkirina weke feqetî û lewçetiya weke qeşmertiyê. Mixabin bi van herdu derfetan li nav medya civakî piştevaniyeke zêde distînin û har dibin. Ewqas curetkar in ku kesên ew ji berhemên wan û keda wan sûdê werdigirin, biçûk û nezan dibînin. Bi gotina botiyan, feqeyê nezan, seydayê zana kêm dibîne. Ya herî xembar jî, ew kesên lewçe di nav civakê de ji kesên ew bi daneyên wan diaxivin û li ser keda wan zîtikan diavêjin pirtir tên naskirin û mixabin hezkirin jî. Dîsa yên lêkolîn kirîn û daneyên zanistî nivîsîn bi qasî yên van daneyan li ser medya sanal dikin amûrê dewlemendbûnê rêzdariyê nabînin. Gelek ji wan kesên bi bedelên giran ew berhem derxistine holê, bi qasî kesên bi lewçetiya xwe wan daneyan parve dikin berjewendiyên aborî jî bi dest naxin û bi qasî wan ne dewlemend in jî.
Bergiriya vê nêzîkatiyê pêşî li populîstiya navmalî girtin e. Ev parastin bi qedexekirina medya dijîtal an jî zarok yekcar jêparastinê nabe. Me bivê û nevê êdî ev platformên wiha rastiyeke jiyanê ne. Destpêkê em xwe û zarokên xwe bi hişmendiyeke ne dûrî rastiyên jiyanê mezin bikin. Paşê li ser wan platforman ecibandin û parvekirinên wan kes û komên eletewş nekin û em bi xwe ji bo meydan nemîne ji wan re, weşan û parvekirinên tiştên xweş û ne ji rastiyên jiyanê dûr bikin. Her wisa em ji bîr nekin, bîra me komkirina bîra civakê û zanayên pêşeng in. Lewra dema em tiştekê parve bikin ji bo bawerbûnê em çavkaniyên xwe nîşan bidin û rêzê li ber civak û kesayetên afrîner bigirin. Bi vî awayî em her kesê/a kurd xwe berpirsyarê civakê û parêzvanê hed û sed ên sincî yên civakê bibînin.


