Enqere bi mêjiyê berê nikare bimeşe

Cîhan şahid e; dewlet û desthilatdariya Tirkiyeyê çûne ber lingê Rêber Abdullah Ocalan; ew weke muxatabê sereke û sermuzakevanê çareseriya pirsa kurdî, qebûl kirin. Rêber Apo jî, Tevgera Azadiya Kurdî, gel û saziyên kurdî gavên pêwîst avêtin. Lê sal û nîv e hêj tecrîda li ser Rêber Apo, didome.

1 deqe xwendin
Enqere bi mêjiyê berê nikare bimeşe

Tirkiye, ji dewleteke hiqûqî û sîstemek demokratîk bêhtir, dewletek “kadro” ye. Ev sîstem berhema paşayên Îttîhat û Terakkî ye. Ev paşa û kesên li dora wan, darbekar bûn, suîqastçî bûn; ji bo serketinê her cure rê û kiryar “mubah” didîtin! Rêbaza wan jî, li gorî konjonkturê darbeyên radîkal bûn. Ev darbe jî yan leşkerî bûn, yan jî komplo, anarşiya lîncê û macerayên xwînî bûn. Her cure kiryarên xwe jî weke reform û şoreş bi nav dikirin. Dewleta Enqereyê jî berhema wan kadroyan e. 

Di nav paşayên kadro de, burokrat, rewşenbîr û nivîskar jî hebûn. Tev xwedî mêjiyekî “şoq” bûn û hev jî tesfiye dikirin. Dîroka fermî jî behsa wan û kiryarên wan dike. Mînak; Kazim Karabekir paşa, dibêje; “Min beriya Mustafa Kemal dest bi raperîn û têkoşîna li Anatolyayê kiribû.” Nakokiya navbera wî û Mustafa Kemal heta mir jî dewam kir. Serdema ku xiyanet li hev û li kurdan kirin, suîqast û kuştinên wan jî baş têne zanîn. 

Bi rastî wan modernîzm, postmodernîzm fêm nekir, yan jî nerxwestin fêm bikin û nedan fêmkirin. Bi vî rengî bûne bingeha “fêmkori”ya li Tirkiye û Rojhilata Navîn. Ya balkêş ew e ku çiqasî “îskatçî”, “suîqastçî”, “komplo”kar û li dijî hev bin jî, li sonda teşkîlata Îttîhat û Terakkî, ya Teşkîlatî Mahsusa, li doktrîna “avakirina qewmê tirk yê misilman” xwedî derketin. Bi vî rengî meşa xwe ya avakirina dewlet û burokrasiyê domandin. Îro jî dîrokzan, feylesof û aqilmendên wan, vekirî dibêjin; ‘’Ne sosyalîzm, ne lîberalîzm, ne komunîzm; wê kemalîzm me rizgar bike.’’

Piştî dewleta Enqereyê hate avakirin, li dewsa Îttîhat û Terakkiyê Kemalîzm hate rûnandin û “kadro”yên baskê misilman hate tesfiyekirin. Jixwe di nav teşkîlata Îttîhat û Terakkî de du bask-kadro hebûn: Yek, “laîk!” bû, yek jî “misilman!” bû. Serkêşiya kadroyên misilman Feyzî Çakmak û Kazim Karabekir dikirin; serkêşiya kadroyên “laîk” Mustafa Kemal dikir. Îsmet Înonu dualî dilîst, piştre li ser mîrateya Mustafa Kemal rûnişt. 

Her du baskên kadroyên dewleta Enqereyê, jargon û îdealên pozîtîvîst dejenere kirin. Armanca her du baskan avakirina mekanîzmeya desthilatdariya xwe bi xwe bû. Ji bo kurdan bixapînin jî, qet rojekê, bi ti awayî li dijî Xîlafetê û li dijî sîstema “ummet”ê ku azadiya gelan misoger dike, gotinek negotin.

Piştî dewleta Enqereyê hate avakirin, ji bo sazkirina kapîtalîzma Tirkiyeyê û bûrjûwaziyê gav avêtin. Di wê serdemê de, gelek kesan ew “ûtopîk”, “xeyalperest” bi nav kirin, lê bi ser ketin. Piştre ji bo eniya rojnamevan, nivîskar û kampa taybet a alîgirên entellektuel gav avêtin û bi ser ketin (ev mijar bi serê xwe hêjayî lêkolînkirinê ne). 

Îro, kapîtalîzma Tirkiyeyê heye û weke “kapîtalîzma holdîngan” tê binavkirin. Medyaya tirkî heye û alîgirê desthilatdarî û îdeolojiya fermî ye. Bi gotina feylesof John Keane; “Medya tîpîsî, li derî gel, li gel desthilatdarî û ratsmal kar dike.’’ Entellektueliya tirkî jî, bi qasî maceraya “konsolos” Yakup Kadrî Osmanoglu nebe jî, weke lehengên “pozîtîvîst” xuya bikin jî, “statuqo”yê diparêzin û mijoker in. Li derî rastiyan, karên subjektîf dikin. Yanî weke “karik” û “berxik”ên mijoker, li dora desthilatdariyê diçin û tên. Bûne berdevkên despotîzma kadroyên serdemê. 

Ev kuştina diyalektîka hişmendiya civakan û azadiya medyayê ye. Lê armanca me ne dersdayîn e, ne hesabpirsîn e; di konaxa çareseriya pirsgirêka kurdî de, divê em bizanibin ku kadroyên îro, yên ku dewleta Tirkiyeyê bi rê ve dibin, weke “şagirtên ku reçeteyên hostayê xwe bidizin” hereket dikin. 

Gorbihuşt Celala Talabanî, di 26 hezîrana 1992an de, ji bo çareseriya pirsgirêka kurdî bi PKKê re, li Enqereyê, bi rayedarên tirk re hevdîtinek dike. Piştî ku dibîne wî mijûl dikin, dixwazin wî bixapînin, reşûbeşan didinê, dibêje; “Hûn zêde dîplomatîk tevdigerin, dev ji siyaseta xwe ya kevin berdin.” 

Bêguman siyaset, zimanê dîplomasiyê cureyekî din ê şer e. Mixabin îro jî em dibînin ku, kadroyên dewleta Enqereyê, bi pîvan û mêjiyê kadroyên berê ji muhafazkariyê zêdetir, bi paşverûtiyeke yekperst, fetîşa alê û maceraperest hereket dikin, çareseriya pisrgirêka kurdî li demê belav dikin. 

Çend sosyolog, rewşenbîr û siyasetmedar wan şiyar bikin jî, ew di xerakirina şecereya exlakê demokrasî, siyaset û ademî de israr dikin. 

Cîhanê dît û şahid e; dewlet û desthilatdariya Tirkiyeyê çûne ber lingê Rêber Abdullah Ocalan, dexalet kirin; ew weke muxatabê sereke û sermuzakevanê çareseriya pirsa kurdî, qebûl kirin. Apo jî, Tevgera Azadiya Kurdî, gel û saziyên kurdî gavên pêwîst avêtin. Sal û nîv derbas bû. Hîna tecrîda li ser Rêber Apo, sîstema qeyûm didome. Dîlên azadiyê, şaredar û siyastemedarên kurd girtî ne. Kurd li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê di bin zextek faşîzande ne. Em dev ji hiqûqa pozîtîf berdin, konjonktura îro ya cîhanê û mercên subjektîf ên ku dewlet û desthilatdarî mecbur kirin û çûne ber lingê Rêber Apo, didine xuyakirin ku ew mecbûr in pirsa kurdî çareser bikin. Her çiqas desthilatdariya Erodgan xwe weke navenda cîhanê dibîne jî, mercên wan ên sosyo-polîtîk, sosyo-ekonomîk wêranzarî ne. Êdî ew nikarin li bakurê Kurdistanê û parçeyên din ên Kurdistanê hespên xwe bibezînin û li gorî dilê xwe pîkolan bikin.

Kurdan diyalektîka hişmendiya civakî zevt kiriye, êdî lîstikên canbazî yên kadroyên dewleta Enqereyê qebûl nakin, qîma xwe bi zindana servekirî jî naynin.

Astengiyên li pêşiya dewleta kadro: yek, Kibris; du Deryaya Spî; sê, diyalektîka nakokiyan û paşverûtiya desthilatdariyê; çar, şantajên ku li Ewropayê kirin û wekî ji wan standin; pênc; Îsraîl û Xezza; şeş, Yewnanistan û girav; heft, mêjiyê metrûk, ku gelan li derve dihêle û bi mêjiyê kadroyên Îttîhatî hereket dike. Mirov dikare van xalan zêde bike. Îdia ew e ku dixwazin Tirkiyeyê ji NATOyê bavêjin. 

Aşkere bûye ku ji serdema Alpaslan û Selçûqiyan, heta bi serketina Siltan Selîm û xelîfetiya wî, heta bi Qanûnî Siltan Suleyman, heta bi fetihkirina Stenbolê, serketina li Çanakaleyê û avakirina dewleta Enqereyê, hemû serketin û nirxên Xanedaniya Osmanî û kadroyên Îttîhat û Terakkiyê, bi saya kurdan çêbûne. 

Hasilî kelam; dewleta Enqereyê, di duriyaneke dîrokî de ye û divê biryarekê bide. Kurd di arênya dîrokê û arênaya siyasî ya cîhanê de rûniştine. Guhên mirovan ji bo agahdarbûnê, çav ji bo dîtinê, mêjî ji bo fikirandinê hene. Dîrok û konjonktura îro ya cîhanê nîşan dide ku Tirkiyeyê mecbûr e, Rêber Apo azad bike; weke li başûrê Afrîkayê, Nelson Mandela hate azad kirin û li mala xwe, bi rayedarên Apartheîdê re rûnişt, serokkamorî pêşniyarê fermandarê çeteyên Apartheîdê kir, hereket bikin. 

Azadiya Rêber Apo, tê wateya bidestxistina statuya kurdan....