Dayika Aştiyê Zekiye Alim çû ser dilovaniya xwe
Dayika Aştiyê Zekiye Alîm a ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Kepezê ji pençeşêrê dihat dermankirin, çû ser dilovaniya xwe.

Dayika Aştiyê Zekiye Alim a 83 salî ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Kepezê ya Antalyayê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da. Zekiye Alim ku li Wanê dima, malbata wê demek berê ji bo dermankirinê ew anîbû nexweşxaneya Antalyayê. Zekiye Alim li nexweşxaneya lê dihat dermanirin jiyana xwe ji dest da. Dê cenazeyê Zekîye Alim li Goristana Varsakê ya Navçeya Kepezê bê veşartin.


