Dayikên Aştiyê dê sibê li 33 navendan daxuyaniyê bidin

Meclisên Dayikên Aştiyê dê sibê li 33 cihan bi daxwaza ku dewletê gavên berbiçav biavêje, daxuyaniyê bidin.

1 deqe xwendin
Dayikên Aştiyê dê sibê li 33 navendan daxuyaniyê bidin

Endamên Meclisên Dayikên Aştiyê dê sibê saet 13:00an de li gelek bajaran bi dirûşmeya ‘Diyariya herî mezin ji bo dayikan aştî ye’ daxuyaniyê bidin. Daxuyanî dê li ber girtîgeh lê ne û li bajarên din jî li hin deverên diyarkirî bên dayîn. Daxuyanî dê di heman demê de li 33 navendan ku Edene, Mêrsîn, Stenbol, Îzmîr, Amed, Riha, Êlih, Wan, Şirnex, Gever û Tetwan jî di nav de, bên dayîn.

Daxwazên sereke yên dayikan dê ‘aştî’, ‘mafê hêviyê’ û di warê pêvajoyê de ji aliyê dewletê ve avêtina gavan be.