Dê 232 dîlgirtî bêne berdan
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) a Parêzgeha Hesekê ragihand ku dê komeke ku ji 232 dîlgirtiyan pêk tê bêne berdan.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) a Parêzgeha Hesekê der barê mijarê de daxuyaniyek weşand. Li gorî daxuyaniyê, di çarçoveya bicihanîna peymana 29ê Çileyê ya di navbera hikumeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk îro komeke din a dîlgirtiyan tên berdan.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku koma dîlgirtiyan ên ku navên wan di lîsteyan de hene, dê êvarî bighêjin çerxerêya Sebax a bajarê Hesekê. Fermandariyê daxuyand ku ev kom ne ya dawî ye û hewldanên wan dê dewam bike heta ku ev dosya were girtin. Fermandariyê destnîşan kir ku "Hêzên me wê berpirsiyara kesên bên azadkirin bigre ser milê xwe heya ku bi ewle bighêjin nav malbatên xwe."
Di lîsteyan de ku bi daxuyaniyê hatiye parvekirin nasnameyên 232 dîlgirtiyên îro têne berdan hene.


