Dê deriyê Nisêbînê were vekirin
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên taybet dane ajansa me, deriyê Nisêbînê yê di navbera rojava û bakurê Kurdistanê wê vê hefteyê vebe.

Li gor nûçeya ANHAyê ku ji çavkaniyên xwe girtine dê di çarçoveya bicihanîna peyama 29ê Çileyê de, deriyê Nisêbînê yê di navbera rojava û bakurê Kurdistanê de dê vê hefteyê were vekirin.
Deriyê Nisêbînê, di salên dawîn de gelek caran dihat girtin. Di sala 2016an de desthilata tirk derî bi temamî girt.


