Dê Îlham Ahmed û Mazlum Ebdî biçin Almanyayê
Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlum Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed dê tev li Konferansa Ewlehiyê ya Munihê bibin

Hat ragihandin ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed ji bo tevli Konferansa Ewlehiyê ya Munihê bibin dê biçin Almanyayê. Hat diyarkirin ku Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed dê li wir bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esad Şeybanî re hevdîtinê bikin.
Konferans, dê di navbera 13-15ê Sibatê de bê lidarxistin.
Konferansa Ewlehiyê ya Munihê ku gelek lîderên cîhanê û pisporên ewlehiyê tevli dibin, yek ji platforma herî xwedî prestîj a cîhanê tê qebûlkirin û polîtîkayên ewlehiyê tê de tênnîqaşkirin.

