Komeleya Şêx Seîd: Em ji bo maf û edaletê têdikoşin

Komeleya Şêx Seîd bi boneya salvegera 101emîn a destpêkirina serhildana Şêx Seîd daxuyanî da. Sekreterê Giştî yê Komeleyê Mordem Zel diyar kir ku pêvajoya “hevrûbûnê” berpirsyariyeke dîrokî ye û xwest ku cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî bên eşkerekirin

1 deqe xwendin
Komeleya Şêx Seîd: Em ji bo maf û edaletê têdikoşin

Komeleya Çand, Perwerdehî û Hevgirtinê ya Şêx Seîd bi boneya salvegera 101emîn a destpêkirina serhildana Şêx Seîd û hevrêyên li avahiya komeleya xwe ya li Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê komeleyê Kasim Firat û endam û rêveberên komeleyê di nav de gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.

‘Em bi înkarê naqedin’

Serokê Komeleya Şêx Seîd, Kasim Firat ku beriya daxuyaniyê axivî, qala serhildanê û pêvajoya wan rojan kir û wiha got: “Ji bo pêşeroja gelên bindest û Kurdan kar kirin. Kurd û Kurdistan ji hemû siyasetan û kesayetan mezintir e. Divê em hesabên xwe li ser vê yekê bikin. Kurd duh hebûn, îro hene û dê sibê jî hebin. Em ji desthilatdaran re jî dibêjin hûn bi vî awayî nikarin Kurdan biqedînin werin li gorî hiqûqa navneteweyî me nas bikin ji mafên me re rêzê bigirin em jî li ser rûyê erde bijîn. Em bi înkarê naqedin. Bila kurd zimanê xwe bîr û baweriya xwe biparêze, kesên di vê rêyê de têkoşiyane xwedî derkeve. Rêya me rêya heq e. Serkeftin ya me ye.”

Pêvajoya serhildanê

Dû re metna daxuyaniyê Sekreterê Giştî yê Komeleya Şêx Seîd Mordem Zel xwend. Mordem Zel da zanîn ku di tam 101 sal berê, di 13ê sibata 1925an de li navçeya Pîranê bûyerek qewimî û di encamê de Şêx Seîd û hevalên wî hatin girtin û wiha got: “Piştî pêvajoya darizandinê, di 29ê hezîrana 1925an de Şêx Seîd û hevalên wî hatin darvekirin. Bûyerên sala 1925an, di dîroka Komara Tirkiyeyê de yek ji xalên herî girîng ên şikestinê tên qebûlkirin. Ev pêvajo; di çarçoveya têkiliyên dewlet-civakê, polîtîkayên navendîbûnê, nîqaşên nasnameya etnîkî û sepanên hiqûqî de, di dîroknivîsiyê de bi perspektîfên cuda hatiye nirxandin. Lêkolînên akademîk ên li ser sedem, geşedan û encamên van bûyeran, avahiya siyasî û civakî ya pir-tebeqe ya wê demê bi zelalî radixe ber çavan.”

Banga vekirina arşîvan û zelalbûnê

Mordem Zel diyar kir ku tevî ku sedsalek di ser re derbas bûye, bûyera 1925an hîn jî ji aliyê dîrokî, civaknasî û siyasî ve tê nîqaşkirin û wiha domand: “Mixabin polîtîkayên îmha, înkar û asîmîlasyonê di roja me ya îro de jî berdewam dikin. Ji bo ku ev pêvajo bi awayekî saxlem û giştî bê nirxandin divê belge û girtekên îfadeyan ên arşîvê, tomarên dadweriyê, bi taybetî arşîvên Meclisê û hemû belgeyên fermî yên têkildar ji bo dîroknas, hiqûqnas û lêkolîneran bi kapasîteya tam bên vekirin. Ev gava ku dê di çarçoveya prensîbên zelalbûn û gihîştina zanistî de bê avêtin, dê bibe xizmeta derketina rastiya dîrokî û kurbûna xebatên akademîk.”

‘Hevrûbûn berpirsyariyeke dîrokî ne’

Mordem Zel anî ziman ku hevrûbûna Tirkiyeyê bi dîroka xwe re û nirxandina bûyerên borî bi perspektîfeke piralî, hewcehiya bingehîn a gihiştina aştî û civaka demokratîk e û wiha pê de çû: “Bi armanca xurtkirina hafizeya civakî û pêşxistina têgihiştina hevdû, em di wê baweriyê de ne ku pêvajoyên ‘helalkirin’ û ‘hevrûbûnê’ berpirsiyariyeke dîrokî ne. Her wiha, em daxwaza xwe ya ji bo tespîtkirin û parvekirina cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî bi raya giştî re nû dikin. Bicihanîna vê daxwazê, hem hewcedariya nirxên mirovî û wijdanî ye, hem jî di rêya avakirina aştiya civakî û pêşerojeke hevpar de gaveke pir bi qîmet e.”

‘Nirxandina demboriyê ya bi nêzîkatiyeke objektif girîngiyeke jiyanî ye’

Mordem Zel axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Nirxandina demboriyê bi nêzîkatiyeke objektîf, piralî û akademîk; ji bo pêşketina hişmendiya dîrokî, diyaloga civakî û kokdayîna çanda demokratîk xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Têkoşîna me ya maf, hiqûq û edaletê dê berdewam bike.”