Dê mekanizmayeke nû ji bo rêvebirina girtîgehên Hesekê bê avakirin
Di çarçoveya entegrasyonê de mekanîzemeyeke nû ya rêvebirina girtîgehên Hesekê dê bê avakirin. Di wezareta dadê de ofîsa qanûnî ya girêdayî dozgeriya giştî be, dê bê avakirin.

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed şandeyek ji Wezareta Dadê ya girêdayî hikûmeta demkî li avahiya parêzgariyê pêşwazî kir. Şande ji Cîgirê Giştî yê Komarê Hesan El Tûrbe û dozger Mihemed El Nasir pêk dihat. Serdan di çarçoveya entegrekirina saziyên dadê yên parêzgeha Hesekê û pêkanîna lihevkirina 29ê Çileyê de pêk hat.
Piştî civînê şandeyê serdana Meclisa Dada Civakî li bajarê Hesekê kir. Li gorî çavkaniyan di civînê de dosya girtiyan û mekanîzmeyên xebtandina li ser dosyayê hatiye nîqaşkirin. Şandeyê û Ofîsa Kar û Barên Dadê û Reformê ya Rêveberiya Xweser serdana girtîgeha Xiwêran kir û bi rêveberiya girtîgehan re civiyan. Di civînê de li hev kirin ku mekanîzmeyeke nû ya rêxistinkirina karê girtîgehan bê avakirin.
Hesan El Tûrbe diyar kir ku ofîseke qanûnî ya taybet girêdayî girtiyan hatiye avakirin. Ev ofîs dê bi dozgeriya giştî ya Wezareta Dadê ve girêdayî be û dê kar û barên girtiyan bişopînin.


