Dê Rêveberiya Xweser û hikûmeta demkî bicivin

Tê payîn ku hefteya bê li ser rewşa perwerdeyê û mekanîzmaya naskirin û pejirandina sertîfîkayên Rêveberiya Xweser civînek were lidarxistin.

1 deqe xwendin
Dê Rêveberiya Xweser û hikûmeta demkî bicivin

Rêveberiya Xweser û hikûmeta demkî dê li ser perwerdeyê civînekê li dar bixin

Li gor nûçeya ANHAyê ku dispêre çavkaniyên xwe yên ji hikûmetê û yên Rêveberiya Xweser, tê plankirin ku civînek li parêzgeha Hesekê were lidarxistin. Dê nûnerên Desteya Perwerdeyê û Koordînasyona Zanîngehan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, herwiha Wezaretên Perwerdeyê û Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî yên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê beşdarî civînê bibin.

Li gorî çavkaniyan, dê di civînê de mekanîzmaya naskirin û pejirandina sertîfîkayên xwendinê yên Rêveberiya Xweser di hemû astên perwerdeyê de, werin nîqaşkiri.