Deh hezaran li Pirsûsê ji bo Rojava meşiyan
Li Pirsûsê bi deh hezaran kom bûn û ji bo Roava meşiyan. Piştî meşê polîsan êriş kir û çalakî li kolanan belav bû.

Bi deh hezaran kesên ku di nav de hevserok, parlementer û nûnerên partî, sazî û dezgehên cuda hebûn ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê meşiyan. Di meşê de deh hezar bi berzkirina dirûşmeyan meşiyan û êrişên li ser Rojava şermezar kir. Polîsan xwe li meşê ranegirtin û bi bombeyên gazê û guleyên plastîk êrişî girseyê kirin û li dijî êrişan gel dest bi berxwedanê kir. Bi hezaran kesên li kolanan belav bû, bi sloganan êrişên polîsan û çeteyên li Rojava şermezar kir.
Girseyê bi sloganên, “Bijî Kurdistan”, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Yek yek yek e, Kurdistan yek welat e”, “Bijî Serok Apo”, “Rojava xeta me ya sor e” ber bi Kolana Kobanê ve dest bi meşê kir. Polîsan li serê Kolana Kobanê pêşiya girseyê girt, destûr neda meşê. Li ser israra gel, polîsan bi guleyên plastîk û bombeyên gazê êrişî girseyê kir. Li ser êrişa polîsan gel li kolanan belav bû û dest bi berxwedanê kir.
Piştî mudaxaleya polîsan girse li kolanan belav bû bi sloganan berxwedana xwe domandin. Girse li kuçeyan hewl didin dîsa xwe bigînin hev. Di navbera girseyê û palîsan de pevçûn derket û çalakî didome. Girseyê li kolanên Pirsûsê sloganên dilsoziya YPG, YPJ û HSDê berz kirin.
Saziyên hiqûqê piştgirî dan Rojava
Saziyên Hiqûqê jî li dijî êrişên ser Rojava daxuyanî dan. Hevseroka OHDê ya Stenbolê Eda Obal diyar kir ku piştî HTŞ hat li ser desthilatdariyê, polîtîkayên yekperest zêde bûn û gelê Kurd rastî sûcên mirovahiyê hatin û got: “Çareseriyekê li Sûriyeyê dê bandor li pêvajoya Tirkiyeyê jî bike. Divê tu kes li dijî êrişên ser gelê Kurd bêdeng nemîne.”


