DEM Partî û CHP bi rojeva Rojava civiyan

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, bi rojeva êrişên ser Rojava çûn serdana serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel.

1 deqe xwendin
DEM Partî û CHP bi rojeva Rojava civiyan

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), di çarçoveya êrişên ser rojavayê Kurdistanê de diçe serdana partiyên siyasî. DEM Partî, ji ewil çû serdana Partiya Gel a Komarê (CHP). Şandeya DEM Partiyê ku hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan jî di nav de bûn, li ber deriyê Navenda Giştî ya CHPê ji hêla Cîgira Serokê Giştî yê CHPê Selîn Sayek Boke û şandeya CHPê ve hat pêşwazîkirin. 

Piştre jî şande ji bo hevdîtina bi Ozgur Ozel re çû eywana hevdîtinê.