DEM Partiyê bernameya xwe ya cejnê diyar kir

Bernameya serdana partiyên siyasî ya Cejna Qurbanê ya DEM Partiyê diyar bû. DEM Partî dê di cejnê de serdana MHP, Partiya Gelecek, DYP, Yenîden Refah, AKP, Partiya Saadetê, Partiya Anavatan û Partiya DEVAyê bike.

1 deqe xwendin
DEM Partiyê bernameya xwe ya cejnê diyar kir

DEM Partiyê bernameya serdana partiyên siyasî ya Cejna Qurbanê aþkera kir. DEM Partî dê roja 2yemîn a cejnê di 28ê Gulanê de serdana partiyên siyasî bike û serdanan qebûl bike. Heyetek ji DEM Partiyê dê serdana partiyên siyasî bike û heyetek jî dê li Navenda Giþtî ya DEM Partî ya Balgatê serdanan qebûl bike. Heyeta DEM Partiyê ya serdana partiyên siyasî bike ji Cîgirê Hevserokên Giþtî ji Rêxistinê berpirsyar Mahfuz Guleryuz, parlamentera Amedê Adalet Kaya û Endama Meclisa Partiyê Zeyno Bayramoglu ve pêk tê. Heyeta ji Cîgira Hevserokên Giþtî Hatîce Betul Çelebî, parlamentera Wanê Zulkuf Uçar û Endama Meclîsa Partiyê Nuray Ozdogan ve pêk tê dê li Navenda Giþtî serdanan qebûl bike.

Bernameya DEM Partî ya serdana DEM Partiyê ya partiyên siyasî wiha ye: “DEM Partî dê serdana yekem di seat 9.25an de ji MHPê re bike. Di seat 10.15an de jî serdana Partiya Gelecekê bike û di seat 11an de jî serdana DYPê bike û piþtrê jî di seat 12.05an de serdana Partiya Yenîden Refahê bike. DEM Partî dê di seat 12.30an de jî serdana AKPê bike û di seat 13.30an de jî serdana partiya Saadetê bike. DEM Partî dê di seat 14an de serdana Partiya Anavatanê bike û herî dawî jî dê di seat 15.30an de serdana Partiya DEVAyê bike.”