Li Stenbolê gel çû serdana goristanan

Li Stenbolê bi boneya Cejna Qurbanê serdana gorên cangoriyên aştî û azadiyê hate kirin.

1 deqe xwendin
Li Stenbolê gel çû serdana goristanan

Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine re ya Anatolyayê (ANYAKAY-DER), Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Stenbolê, rêveberên DEM Partî, DBP,HDKê Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJAyê , nûnerên saziyên sivîl û gelek kes li Stenbolê çûn serdana gorên cangoriyên azadiyê yên ku li Goristana Çakmakli, Çatalca, Pendîk, Habîpler, Kayabaşi û Gulsuyu yên Stenbolê hatine veşartin.

Di serdanê de Nivîskar Mûsa Şanak di serdanê de axivî û diyar kir ku ew ê bi têkoşîna cangoriyan û xwedîderketinê bigihijin armancê got: “Şehîdên me nemir in û bi me re ne. Em her çiqas wan di xeyalên xwe de bidin jiyandin ew ê jî herdem bijîn. Ew ji bo azadiya gelên xwe canê xwe dan, em ê jî herdem li pey şopa wan bin.”

Piştî axaftinan girseya serdanê kiriye kulîlk danîn li ser goran.

Serdan bi diayan bi dawî bû.