Li Îzmîrê Polîsan bi ava şit û xaza îsotê êrîşî CHPiyan kir
Li Qada Cumhuriyetê ya Konaka Îzmîrê, beriya Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel ku bi biryara ‘Betalkirina Teqez’ ji peywîrê hatibû girtin, bi gel re bicive, polîsan bi xaza îsotê û ava şit mudaxaleyî girseyê kir.

Li gorî planan dihat payîn ku Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel saet di 12.00an de li Qada Cumhuriyetê ya Konaka Îzmîrê daxuyaniyeke girîng bide raya giştî. Li ser vê yekê bi saetan beriya bernameyê, bi hezaran alîgirên CHPê ji çar aliyên bajêr bi dirûşmên ‘Xaîn Kemal’ û ‘Li dijî faşîzmê mil bi mil’ ber bi qadê ve bi rê ketin. Lê belê hêzên ewlehiyê hemû kolan û cadeyên diçin Qada Cumhuriyetê bi bariyeran girtin.
Girseya ku xwest bariyerên polîsan derbas bike û xwe bigihîne qada mîtîngê, rastî berteka tund a polîsan hat. Hêzên ewlehiyê ji bo belavkirina girseyê ava şit û xaza îsotê bi kar anî.


